Rojnameyên erebî: Tevgera balafiran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa tevgerên herêmî û navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, planên Îxwanan li Lîbyayê û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Tevgera balafiran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ye
Rojnameyên erebî: Tevgera balafiran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ye
Rojnameyên erebî: Tevgera balafiran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ye
4 mijdar, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

BALAFIRÊN KOALÎSYONÊ GERÊN XWE LI ASÎMANÊ BAKUR ROJHILATÊ SÛRIYÊ ZÊDE DIKE

Têkildarî tevgerên herêmî û navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Balafirên Koalîsyona Navneteweyî, helîkopterên Rûsya û balafirên bêmirov ên Tirkiyê (dron) tevgerên xwe li asîmanê Bakur Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Hemwextî wê, sewqiyetên aliyên hevrik û tevgerên leşkerî jî li herêmên rojhilatê Firatê zêde bûne. Di heman demê de dewleta Tirk gefa pêkanîna êrişeke leşkerî li dijî nuqteyên QSD`ê dixwe. Li gorî hin çavkaniyan û şêniyên kantona Hesekê, du helîkopterên Koalîsyona Navneteweyî li asîmanê Hesekê zêdetirî du saetan geriyane.

Helîkopterên Rûsya jî tatbîqataên xwe û perwerdeyên leşkerî bi balafirên şer li ser gundên Kenterî û Aliye yên rojavayê Til Temirê ya girêdayî Hesekê, dewam kirin. Her wiha tatbîqat li gundê Çelebiyê û depoyên Şergirak ên gundewarê Eyn Îsayê jî pêk hatin. Şahidan û rayedarekî leşkerî yê Rûsyayê got ku balafirên Rûsya tevgera xwe zêde kirin, tatbîqatên leşkerî bi çek û cebilxaneyê pêk anîn her wiha bombeyên ronahiyê avêtin.

Ji 31`ê Cotmehê ve ango ev 4 roj in ku balafirên Rûsyayê tatbîqatan û perwerdeyên leşkerî tevî artêşa Sûriyê yên alîgirên El-Esed, pêk tîne. Ew tatbîqat û ger li ser bajarokên Til Temir li Hesekê, Eyn Îsa li Reqayê, Bab li gundewarê bakurê Helebê û Til Rifet pêk tên. Her wiha balafirên Rûsya bi nizmî di ser eniyên şer ên di navbera hêzên rejîmê yên li herêmê û hêzên QSD`ê yên li herêmên rojhilatê Firatê û komên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê re, geriyan.

Di heman çarçoveyê de, balafireke bêmirov a Tirkiyê “dron” li asîmanê Kobanê ya li gundewarê rojhilatê Helebê geriya, di heman demê de balafirên şer ên Tirkiyê li asîmanê gundewarê bajarê Efrînê û bajarokê Til Rifet ên gundewarê bakurê Helebê geriyan.

IXWANAN LI LÎBYAYÊ JI BER NAMZETIYA EL-DEBÎBE RIHET IN

Derbarê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Partiya Demokrat a Lîbyayê Mihemed Sawan ragihand ku ew piştgiriya lidarxistina hilbijartinan di dema wê dikin.

Ji axaftina Sawan eşkere dibe ku Ixwanan helwesta xwe ya li hemberî lidarxistina hilbijartinan di wextê wê de, hatiye guhertin. Piştî ku bi rêbazên cuda hewl da wê asteng bike.

Aliyên siyasî yên Lîbyayê diyar dikin ku ji ber ku El-Debîbe dê bibe namzetê serokatiya welêt ji ber wê guhertin di helwesta Ixwanan de çêbû."

HIKUMETA LUBNANÊ BI ENCAMÊN ALOZIYA WEZÎRÊ RAGIHANDINÊ RE RÛ BI RÛ MAYE

Di karûbarên Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gel tunebûna asoyên derbaskirina aloziya ku wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Corc Qirdahî derxistiye, serokê hikumetê Necîb Mîqatê piştî ku tev li civîna guhertina avhewayê ya navneteweyî li Skotlandayê vegerî Beyrûtê û di berîka wî de planeke amerîkî û fransî ku wî ji îstîfayê xilas bike, heye.

Li gel vê xitimandinê û libendamayîna encamên aloziya dîplomasî ya bi Kendavê re, xuyaye ku rewşa hundir a Lubnanê gelek aloz û metirsîdar bûye. Rêveberiya siyasî gihaştiye rêyeke xitimandî. Nikare li hember van zextên mezin ên li ser Lubnanê çi ji hundir yan jî derve bisekine. Ev tê wateya ku gelek ihtîmalên neyînî hene. Bi taybet girtekên kendavê ku asta kişandina balyozan derbas bike û girtekên din bigirin.”

(cx-şx)