‛Kesên li ser tenduristiya Erdogan diaxivin, tên serdegirtin’

Çalakger û siyasetmedaran tirk da zanîn ku agahî hene ku tenduristiya serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ne baş e. Têkildarî van agahiyan desthilatên Tirkiyê bi ser çalakgeran de girt û banga lêpirsînê kir.

‛Kesên li ser tenduristiya Erdogan diaxivin, tên serdegirtin’
3 mijdar, 2021   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakger û siyasetmedaran bi twittên xwe dîmenê ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bi giranî dimeşe û aciz e belav kir û li ser tenduristiya Erdogan ku ne baş e axivîn.

Îro jî çalakgerekî bi twittekê ragihand ku wî bi endamekî parlamantoya AKP`ê re axivî û parlamentor eşkere kir ku niha Erdogan di nexweşxaneyê de ye û nîv felç bûye. Di heman demê de got, rewşa wî heta ji endamên AKP`ê re jî nayê eşkerekirin. Li ser vê yekê tedbîrên ewlekariyê girtine û vê carê rewşa Erdogan pirr xeter e.

Kovara Foreign Policy 4`ê Cotmeha derbasbûyî ku agahiyên xwe spartibû malperên herêmî, bi raporekê îşaret bi rewşa nebaş a tenduristiya Erdogan kiribû, lê hin texmînên din ragihandin ku bijîşkan cîhazek ji bo rêxistinkirina tevgera dilê Recep Teyyip Erdogan danîne.

Li ser belavkirina agahiyên bi vî rengî desthiltên Tirk banga lêpirsînê ji 30 çalakgeran kir.

Gerînendetiya Giştî ya Ewlekariya Tirkiye eşkere kir ku gotegotên li ser malperên medya civakî yên têkildarî tenduristiya serokkomarê Tirk Erdogan ne rast in.

Gerînendetiyê diyar kir ku twittên derbarê tenduristiya Recep Teyyip Erdogan de rûmeta wî bin pê dikin.

(eh)