Îstixbararta Tirk alavên guhdarkirinê li nav zeviyên Efrîna dagirkirî bi cih kirin

Tora Çalakgerên Efrînê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê alavên guhdarkirin û kişandina dîmenan xistine nava darên zeytûnê yên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê yê li kantona Efrînê ya dagirkirî.

Îstixbararta Tirk alavên guhdarkirinê li nav zeviyên Efrîna dagirkirî bi cih kirin
3 mijdar, 2021   16:09
ŞEHBA

Tora Çalakgerên Efrînê wêneyekî alava guhdarkirin û kişandina dîmenan bi dest xist. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li kantona Efrînê ya dagirkirî alaveke guhdarkirin û kişandina dîmenan xistiye nava dareke zeytûnê.

Li gorî toreyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwe yên taybet, îstixbarata Tirk çavdêriya alava guhdarkirin û kişandina dîmenan dike, da ku tevgera welatiyan di nav zeviyên zeytûnan ên li hemberî sînor nas bike.

Toreyê eşkere kir ku ev alav dikare ji dûr ve çavdêriya welatiyan bike û li wan guhdarî bike.

(eh)

ANHA