​​​​​​​Erdogan li heyfa bavê xwe digere lê dibe ku xwîna xwe jî bi ser de bide

​​​​​​​Erdogan li heyfa bavê xwe digere lê dibe ku xwîna xwe jî bi ser de bide
4 mijdar, 2021   01:45

AHMET BÎRSÎN                                                  

Gelo Erdogan tişta ku dixwest li Romayê bi dest ve anî? Gelek kes dibêjin ku Erdogan ji bilî ku bikare bi serokê DYA'yê Joe Biden re hevdîtinê bike, tişta ku dixwaze bi dest nexist. Ji bo DYA'yê S-400 hê jî rojeveke sereke ne. Tê zanîn ku rayedarên Pentagon û Wezareta Parastinê ya Tirk beriya civîna Romayê li Enqereyê civînek li dar xist û israr kirine ku S-400 neyên bicihkirin û li hangaran bimînin. Zehmetiya wergirtina F16'ên nû ku Erdogan dixwaze û modernîzekirina F16'an beriya çareserkirina pirsgirêka S-400’an xuya ye. Vebijêrkên Tirkiyê ji bo kirîna balafirên cuda gelekî kêm in û zehmetiyên aborî bi ser de hatine. Di vî warî de mirov dikare bibêje ku Erdogan mehkûmî civîna Biden e. Ji ber vê yekê, dibe ku geşedanên têkildarî S-400’an yên li gorî xwesteka DYA’yê di rojên pêş de pêk werin.

BÊYÎ ERÊKIRINÊ NIKARE JI IDLIBÊ VEKIŞE

Rojeva girîng a hevdîtina bi serokê DYA'yê Biden re ji bo Tirkiyê ew e ku di rojên pêş de xelekeke nû li êrişa dagirkeriyê ya li ser Rojava zêde bike û êrişa xwe ya li dijî herêmên Til Rifet, Eyn Îsa û Til Temirê erê bike. Heke Pûtîn bi Erdogan re li hev bike jî, hiştina Til Rifetê ji Tirkiyê re ku xeta parastina destpêkê ya bajarê Helebê ye, ji bo Sûriye û Îranê ne ya qebûlkirinê ye. Li aliyê din Rûsya bêyî ku çeteyên dewleta Tirk ji Idlibê bikişîne, dê daxwazeke bi vî rengî qebûl neke. Bêyî erêkirina hêzên Koalîsyonê yên wekî DYA, Qeter, Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî, Erdogan bi tena serê xwe nikare van hêzan ji Idlibê vekişîne. Hema bêje ne mimkun e ku ev hêz di vê qonaxê de rehetbûna Sûriye û Rûsyayê li herêmê qebûl bikin.

HERÊMÊN DIN

Eyn Îsa hem ji bo Sûriyê û Rûsyayê hem jî ji bo hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî girîng û stratejîk e. Rêya giştî ya M4 ku gelek bazar li ser tên kirin, li ser xeta Eyn Îsa ye. Ev tê wateya veqetandina Sûriyê ji herêma Cizîrê. Ji bo hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hewl dide piştî Efrînê, Kobanê û Minbicê jî ji herêma Cizîrê veqetîne. Heke mirov li gel dagirkirina Til Temirê binirxîne, dê were dîtin ku hêzên dagirker ên Tirk ku bikevin navbera Hesekê û herêma Cizîrê, armanc dikin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçe bikin û tesfiye bikin.

Têketina Tirkiyê ya van herêman dê Sûriyê bixe nava tengasiyeke gelekî mezin û di heman demê de derxistina Tirkiyê ji van herêman dê gelekî zehmet be. Ji ber ku hêzên Sûriyê hin yekîneyên xwe bi koordîneya bi hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbasî Eyn Îsayê kirin û li dijî dagirkeriya Tirk a muhtemel cihê xwe girt. Hem Rûsya û hem jî Sûriyê dikarî ji vê zêdetir jî bikin, lê belê sekna wan sûdwergirtina ji dagirkeriya Tirk radixe ber çavan. Dema heman rewş ji bo DYA'yê bê nirxadin, ji derveyî gotina "em pêwîstiya parastina xetên agirbestê û sekinandina êrişên li ser sînor diyar dikin " tu tiştekî din tune bû. Lê belê DYA û Rûsya garantorên agirbestê ne û berpirsyar in.

BÊDENGÎ PEYAMEKE DOMANDINA DAGIRKERIYÊ YE

Bi vê nêzîkatiyê hem Rûsya û hem jî Amarîka bikaranîna dewleta Tirk a dagirker wek amûrekê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Mirov dikare diyar bike ku dewleta Tirk ji her du hêzan destûra hin operasyonên berteng girtiye û heta ji êrişên dawîn ên bi dronan (ÎHA, SÎHA) ên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan berpirsyar in. Dewletên Ewropayê yên di Koalîsyona Navneteweyî de, bê deng dimînin. Ji vê hêlê ve hêjayî bibîrxistinê ye ku ev hêzên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bê deng dimînin û berpirsyariyên xwe bi cih naynin, sûcdar in. Lewma bêdengiya li hemberî vê dagirkeriyê, samîmiyeta hişyariyên li hikumeta Erdogan-Bahçelî yên ji bo mafên mirovan, demokrasî û serdestiya hiqûqê bê wate dike. Ev bêdengî peyamekê dide dagirkeriyê; li hundir û derve dagirkeriyê dewam bike.

Tê zanîn ku ev dagirkerî ji bo siberoja desthilata Erdogan-Bahçelî gelekî girîng e. Tê xwestin ku careke din ji bo hilbijartinan bikin palgehek. Her wiha armancên Erdogan û Bahçelî yên dijminahiya Kurdan ên dagirkirina Bakur, Başûr û Rojava û qirkirinê divê neyên jibîrkirin. Her kes pê dizane ku dema Erdogan peywira jiholêrakirina armancên azadiyê yên Kurdan hilgirt ser milê xwe, kirin desthilatdar. Her wiha Bahçelî ku qet ji Erdogan hez nedikir, ji bo ku Kurd di sed salên pêş de nebin xwedî statu, bû palpiştê desthilata Erdogan. Ji ber vê yekê, dema ev peywir bi serketî bi cih neyê, Erdogan û Bahçelî hem li hundir hem jî li derve dê têk biçin. Her wiha şikestina di dagirkeriya Rojava de dê dawiya Erdogan-Bahçelî bîne ku li hember gerîlayên azadiyê li Başûr û Bakurê Kurdistanê têk çûye.

Li aliyê din jî mirov dikare diyar bike ku li dijî vê dagirkeriyê di nav civaka navneteweyî de dê helwestek bi pêş bikeve. Dema mirov li pîrozbahiyên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dinêre, ev yek têra xwe tê dîtin. Li pêşberî vê berxwedan û berxwedana gel, dewlet jî dikarin bikevin nava liv û tevgerê. Di vî warî de deste Erdogan-Bahçelî zêde ne xurt e. Dibe ku dema li heyfa bavê xwe digere, xwîna xwe jî bi ser de bide.

Tevî ku hêzên hevkar ên mîna PDK û ENKS'ê destekê didin vê operasyonê jî, dikare bê gotin ku bi giştî Kurd dê li hember vê dagirkeriyê ji berê gelekî xurttir bin.

DIBE KU MIZGÎNIYEK ÇÊBE

Di vî warî de heke dewleta Tirk di dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de israr bike, bê guman serkeftin an jî binkeftina dewleta Tirk bi deste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di rewşa heyî de tê dîtin ku hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava amadekariyeke gelekî cidî de ne. Tê fehmkirin ku li dijî êrişeke gengaz a dagirkeriyê helwesta şer hatiye. Piştî rizgarkirina Kobanê û Reqayê ji DAIŞ'ê ji aliyê hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dikare mizgîniya rizgariya ji dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî bide gelên Rojhilata Navîn. Ev serkeftin jî dikare li Sûriye û Tirkiyê rê li ber çareseriya demokratîk veke.

ANHA