Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke ji Fransayê gihişt Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Şandeyek ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir
1 mijdar, 2021   16:25
QAMIŞLO

Ji Sendîqeya Parêzeran a Parîsê û nûnerê Komîteya Şêwirî ya Niştimanî ya Mafên Mirovan (CNCDH) parêzer Simon Foreman, endamê Sendîqeya Parêzera a Rouen û nûnerê Meclisa Niştimanî ya Sendîqeyan (CNB) Richard Sedillot, parêzerê di Sendîqeya Parêzeran a Parîsê de û Sekretêrê Giştî yê Rêxistina Parêzerên Sînornenas a Fransayê (ASF FRANCE) Matthieu Baggard û endamê Parlamantoya Fransayê Hubert Julien-Laferriere serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişloyê kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/01/152932_img_9358.webp

Şande ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û cîgirên wî Ebîr Îlya û Fener Giêt ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de Ebdulkerîm Omer geşdanên siyasî li Sûriyê,  rewşa  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mijarên girêdayî têkoşîna li dijî terorê nirxandin.

Her wiha behsa gef û binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din, rewşa aborî li herêm û bandorên girtina deriyê sînor ê Til Koçerê kirin.

Ebdulkerîm Omer îşaret bi rewşa çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li girtîgeh û kampan û girîngiya darizandina wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha xeteriya gefên Tirkiyê li ser girtîgeh û kampên DAIŞ  û malbatên wan kirin.

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku çareseriya bingehîn ji pirsgirêka çeteyên DAIŞ û malbatên wan ew e ku her dewletek hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de werbigire û ta dîtina çareseriyê desteka madî bidin Rêveberiya Xweser da ku karibe rewşa ewlehî û mirovî li girtîgehan baştir kontrol bike.

ANHA