Rêveberiya Xweser spasiya kesên ku piştgirî dane Kobanê kir

Rêveberiya Xweser bi wesîleya 1'ê Mijdarê spasiya hemû hêz û kesayetên ku piştgirî dane berxwedana Kobanê kir.

Rêveberiya Xweser spasiya kesên ku piştgirî dane Kobanê kir
1 mijdar, 2021   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye, wijdanê hemû hêz û sazî û kesayetan li derdora Kobanê kom bûn û piştgirî dan berxwedana wê. Ev yek girîngiya Kobanê û berxwedana wê nîşan dide.

Ji vê bingehê, rizgarkirina Kobanê û serkeftina berxwedana wê ya dîrokî  bû şiqameke dîrokî li rûyê çeteyên DAIŞ û alîgirên wê. Kobanê veguherî efsaneke lehengiyê û bera cîhanê anî ser xwe, cîhanê di berxwedana Kobanê de rastiya parastina mirovahî û nirxên ku tevahî cîhanê eleqedar dike, nas kir.

Rizgarkirina herêmên ku Tirkiyê dagirkirine, di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mîna rizgarkirina Kobanê girîng in. Ev rizgarkirina destpêka aktîv a hilweşandina terorê li Sûriyê ye.

Rêxistina DAIŞ a terorîst veguherî xeteriyeke mezin li ser Sûriyê, herêmê û tevahî cîhanê, piştî ku beşên mezin ji Sûriyê û Iraqê kontrol kirin û bajarê Reqayê wekî paytexta xîlafetê ragihand, hêza wê gihişt lûtkeyê.

Berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate raberkirin ne berxwedaneke ji rêzê ye, ji ber ku Sûriyê û tevahî cîhanê ji gefa rêxistina terorîst a DAIŞ'ê parast.

Em di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya hemû hêz û kesayetên ku piştgirî dane vê berxwedanê dikin. Cîhanê bi vê piştgiriyê hovîtiya DAIŞ û alîgirên wê eşkere kir û rastiya berxwedana Kobanê ya li hemberî xetertirîn projeya tundraw û terorî li Sûriyê piştrast kir.

Bi vê wesîleyê em bang li wan hêzan û tevahî azadxwazên cîhanê dikin ku piştevahiyê xurtir bikin da ku destekftiyên ku ku li hemberî DAIŞ'ê hatine bidestxistin werin parastin û rê neyê dayîn ku hin alî di serî de dewleta Tirk terorê li Sûriyê û herêmê jinûve zindî bike.

Her wiha em gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin û soz didin ku em ê xebata xwe berdewam bikin da destana Kobanê û tevahî destanên qehremantiyê yên gelê me bikin rêyek ber bi azadî, demokrasî û rizgarkirina herêmên dagirkirî."

ANHA