Şêniyên Kobanê şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Kobanê şehîdên meha Cotmehê li ser gorên wan bi bîr anîn.

Şêniyên Kobanê şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn
1 mijdar, 2021   16:31
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Kobanê endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê şehîdên meha Cotmehê li goristana Şehîd Dicle bi bîr anîn.

/ar/uploads/files/2021/11/01/154837_aarf-baly.webp

Merasîmê bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Arif  Balî axivî û got: "Îro 1'ê Mijdarê rojeke mezin e, roja piştgiriya berxwedana Kobanê ye, bi vê boneyê em şehîdên xwe şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Arif Balî soza şopandina xeta şehîdan da.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

ANHA