Li hemberî êrişên dagirkeriyê banga domandina piştgiriyê bi Kobanê re hate kirin

Li gelek bajaran bi boneya 1`ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê nîşaneya zindîkirina DAIŞ`ê ye, her wiha banga domandina piştgiriya bi Kobanê re hate kirin.

Li hemberî êrişên dagirkeriyê banga domandina piştgiriyê bi Kobanê re hate kirin
1 mijdar, 2021   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya 1`ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star a Helebê, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqa û Minbicê daxuyaniyên cuda dan.

/ar/uploads/files/2021/11/01/140248_ghadh-hmady.webp

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê li pêşiya navenda xwe kom bûn û daxuyanî dan. Endama yekitiyê Xada Hemadî daxuyanî xwend. Bi heman armancê Meclisa Ciwanên Minbicê jî daxuyaniyek li parka Yekitiya Werzîşê dan. Hevserokê Meclisa Ciwanên Minbicê Ehmed El-Cemîlî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku berxwedana Kobanê ya ku sala 2014'an dest pê kir DAIŞ û xewna dewleta Osmanî têk bir û azadî ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anî. Her wiha hate gotin ku ev yek hêviyên Tirkiyê têk bir, ji ber vê yekê dest bi êrişan li dijî projeya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, kir.

Di berdewama daxuyaniyan de bal hat kişandin ser sûcên Tirkiyê û gefên wê yên dagirkirinê û hate diyarkirin ku heger ev gef pêk werin û cîhanê xwe bêdeng bike, wê DAIŞ careke din zindî bibe.

/ar/uploads/files/2021/11/01/140313_mnbj..-bmnasbh-alywm-alaalmy-lltdhamn-ma-kwbany-alshbybh-althwrywn-yalnwn-tdhamnhm-ma-kwbany-.webp

Ciwanan îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û gefên dagirkirina herêmên din û guhertina demgorafîk hate kirin.

Ciwanan li dijî êrişên muhtemel ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê soza bilindkirina asta berxwedan û têkoşînê da.

MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Daxuyaniya Meclisa Malbatê Şehîdan jî ji aliyê Serhed Mihemed ve û li pêşiya navenda Meclisa Taxa Rojava ya Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate xwendin.

Di daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan de ev hate destnîşankirin: "Hemû gelên cîhanê piştgirî da berxwedana Kobanê ya ku bû sembola berxwedan û aştiyê. Lê îro Kobanê bi gefên dagirkeriya Tirk re rû bi rû ye, ji ber ku hewldana têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê heye, di heman demê de ji rola pêşeng a ku berxwedana Kobanê di rizgarkirina gelek herêman de û di têkbirina çeteyan de lîst tolê hilde."

Di daxuyaniyê de bang hate kirin "Bi rihê berxwedanê xeta têkoşînê berdewam bikin heta ku azadî û serkeftin li hemberî her cure, dagirkerî, serdestî û zilm pêk were û civakeke demokratîk, adilane û wekhev were avakirin."

Her wiha banga domandina piştgiriyê bi Kobanê û tevahî Rojava hate kirin.

KONGREYA STAR

/ar/uploads/files/2021/11/01/140354_mwlydh-slyman.webp

Endamên Kongreya Star a Helebê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Eşrefiyê daxuyanî dan. Endama Rêveberiya Xeta Şehîd Rûken Zerdeşt Mewlîde Silêman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fedekariyên ku şervanan di berxwedana Kobanê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dane û bandora berxwedanê li gelên cîhanê.

Her wiha îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca rakirina tola DAIŞ'ê hate kirin û bang li civata navnetweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ji bêdengiya xwe derkevin û van êrişan bi dawî bikin.

(eh)

ANHA