​​​​​​​Li bakurê Iraqê 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Neynewa ya bakurê welêt, 13 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

​​​​​​​Li bakurê Iraqê 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
1 mijdar, 2021   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlehiyê, operasyonên wekaleta îstixbaratê û lêpirsînên fedral yên Wezareta Karên Hundirîn ên li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam dikin. Piştî şopandinê û agahiyan, li parêzgeha Neynewa 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Ajansa “Wai” li gorî daxuyaniyê, destnîşan kir ku kesên hatine girtin li xwe mikur hatin ku ew girêdanî DAIŞ`ê ne.

(cx)