Partiyên siyasî yên herêmê banga hevgirtinê li şêniyan kir

6 partiyê kurdî, erebî û suryanî bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, hevgirtina xwe xurt bikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk bikeve tevgerê.

Partiyên siyasî yên herêmê banga hevgirtinê li şêniyan kir
1 mijdar, 2021   11:52
QAMIŞLO

Dewleta Tirk binpêkirin û zêdegaviyên xwe li xaka Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî çavên cîhanê û civata navneteweyî, didomîne. Dewleta Tirk gefên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmê dixwe, da ku komkujî û binpêkirinên din li dijî gelên herêmê pêk bîne.

Têkildarî mijarê, partiyên siyasî yên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê topbarana dewleta Tirk û gefên li ser herêmê şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda Hêzel a Çand û Hunerê ya li navçeyê ji aliyê endamê partiya Desteya Niştîmanî Ya Erebî Xesan El-Cerbûi ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk ên derexalqî û dermirovî şermezar kirin, ku bi wan dixwaze li herêmê rûxandin û hilweşînê pêk bîne û aramî û hevjiyana aştiyane ya li herêmê derb bike.

Her wiha bal li ser azarên şêniyên herêmê dagirkirî hate kişandina û hate gotin: “Şêniyên herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji ber siyaseta dewleta Tirk a koçberkirin, guhertina demografiyê û binpêkirinên li dijî gel, zehmetiyan dibînin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gefên dewleta Tirk ku yên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemwextî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê têne kirin, ku ev roj bi berxwedana şêniyan li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku destekê ji dewleta Tirk digrin, tê naskirin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku bikeve tevgerê, gelê Sûriyê yê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî rizgar bike. Her wiha bang li gelê herêmê hat kirin ku li hember êrişên muhtemel li ser herêmê, refên xwe xurt bikin.

Partiyên beşdarî daxuyaniyê bûne ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Aştiyê ya Demokratîk, Partiya Hevgirtin a Kurdistanê û Partiya Nûjen û Demokratîk.

(bx)

ANHA