Aldar Xelîl: Em ji bo diyaloga yekser bi hikumeta Şamê re amade ne

Aldar Xelîl piştrast kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD`ê ji bo diyaloga bi hikumeta Şamê re bi awayekî yekser, amade ne. Xelîl destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyê, projeyeke demokrasiyê ya girîng e.

Aldar Xelîl: Em ji bo diyaloga yekser bi hikumeta Şamê re amade ne
1 mijdar, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kir ku ew amade ne bi awayekî yekser bi hikumeta Şamê re dest bi diyalogê bikin.

Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de li gel Rojava TV de got, “Yê ku niha li Şamê li ser hikum e, li qadên navneteweyî nûnertiya Sûriyê dike û hîna hin herêmên Sûriyê di bin serweriya wê de ne. Ji bo em bigihêjin çareseriyê, divê lihevkirin bi hikumeta Şamê re pêk were.”

Aldar Xelîl behsa biryara 2254 a Konseya Ewelhiyê ya Neteweyên Yekûbyî (NY) ya têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyê kir û got: “Li Cinevê xebatên têkildarî wê biryarê berdewam in. Ruxmî ku ev hewldan bi ser nakevin û nagihêjin ti encamê jî, lê ew jî vê rejîmê re danûstandinan dikin. Ev tê wateya ku ew li xwe mikur tên ku bêyî danûstandin û diyaloga bi rejîmê re, çareserî ne pêkane.”

Aldar Xelîl wiha domand: “Em li ser formeke din difikirin. Divê çareserî bi rejîmê re be, ne li Cinêvê lê belê li Şamê. Pirsgirêk tune ye ku em wekî welatiyên Sûriyê li hev bicivin û çareseriyan pêşkêş bikin û bigihêjin formeke çareseriyê ji bo tevahî dozên li Sûriyê.”

Aldar Xelîl piştrast kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD`ê amade ne yekser diyalogê bi hikumeta Şamê re bikin beyî ku biçin Cinevê yan jî deverên din. Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyê projeyeke demokratîk a girîng e.

Aldar Xelîl daxuyand ku êdî hikumeta Şamê dizane ku alozî û şerên heyî, ji ber tunebûna pergaleke demokratîk li Sûriyê ne û got: “Da ku em bigihêjin çareseriyê, divê em li ser projeyek demokratîk ku dikeve xizmeta tevahî Sûriyê, li hev bikin.”

 (şx)

ANHA