Endama Rêxistina Embrace Women: Tirkiyê sûcê qirkirina komî li Sûriyê pêk tîne

Rojnamevan û endama Rêxistina Embrace Women a amerîkî Nûrhan Xan got, dewleta Tirk sûcên qirkirina komî li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tîne, divê hesab jê were xwestin.

Endama Rêxistina Embrace Women: Tirkiyê sûcê qirkirina komî li Sûriyê pêk tîne
27 cotmeh, 2021   05:54
NAVENDA NÛÇEYAN-SOZDAR WEQAS

Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkir roj bi roj sûcên li dijî jinan zêde dibin. Li bajarên Babê, Carablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere dibin.

Civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ku peymanên parastina mafên jinan mohr kirine, erka xwe bi cih nayînin û peymanên wan tenê li ser kaxizan mane, kiryarên li herêmên dagirkirî artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin, paşguh dikin, ji lew re dewleta Tirk planên xwe pêk tîne.

Li herêmên dagirkirî jin tên revandin, tecawizkirin, bi darê zorê tên zewicandin, qetilkirin. Li Efrîna dagirkirî zêdetirî hezar û 564 jin ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatin îşkencekirin.

/ar/uploads/files/2021/10/26/191617_nwrhan-khan.webp

Têkildarî mijarê rojnamevan û endama Rêxistina "Embrace Women" a amerîkî Nûrhan Xan axivî û got di şeran de di serî de jin tên hedefgirtin û dibin qurban.

RÊZESÛC

Rojnamevan Nûrhan Xan ji ajansa me re diyar kir ku di aloziya Sûriyê de çeteyên DAIŞ û komên terorîst jin hedef girtin û ev li gotina xwe zêde kir: "Niha jî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne hedefgirtin. Artêşa Tirk a dagirker siyasetên pêkanîna zextê di qada zanistî û pratîkî de li dijî jinên Sûriyê dimeşîne, gelek jin hatin kutşin û gelek revandin û binpêkirinên giran ên li dijî jinan didomînin." Ji wan sûcaa, îstîxbarata Tirk li Efrînê jinek ducanî bi navê Nimet Behcet a 32 sal  tevî heverê wê revandin û îşkence li wan kir. Ji ber îşkenceyê Nimet jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Nûrhan Xan îşaret bi siyaseta dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha axivî: "Siyaseta tirkkirinê ya ku dewleta Tirk li Sûriyê dimeşîne dişbihe komkujiyên Osmanî yê ku li dijî gelê Ermen pêk anîbû. Dewleta Tirk dixwaze xewna dewleta Osmanî ya têkçûyî zindî bike."

'JIN MEXDÛRÊN TERORÊ NEꞌ

Rojnamevan da zanîn ku li herêmên dagirkirî jin fatoreya şeran didin, şêniyên bajarê Efrînê li kampan dimînin û malên wan jî ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin.

Nûrhan Xan destnîşan jin ji mafên xwe yê perwerdeyê bê par in û ev li gotina xwe zêde kir: "Ger jin li dijî çeteyan derkeve tên binçavkirin û gefa qetilkirinê li wan tê xwarin. Hin jinên di girtîgehên Tirkiyê yê li Sûriyeyê de şahidên vê yekê ne û sûcên tecawizkirin û îşkenceya li dijî wan pêk hatine, eşkere kirine. Li ser vê yekê jî hin ji van jinan xwe kuştin. Bi van kiryaran dewleta Tirk li herêmê siyaseta xwe dide meşandin da ji niştecihên wê yê resen vala bike û biyaniyan li malên wan bi cih bike."

Nûrhan Xan bi domdarî got: "Em dikarin kiryarên ku dewleta Tirk li dijî jinan pêk  tînin bi sûcên qirkirina komî bi nav bikin. Ev sûc di bin navê îslamê têne kirin. Divê civata navneteweyî li hemberî van sûcan helwestekê nîşan bide û kiryarên ku pêk tên, wekî qirkirina komî ya li dijî jin û zarokan bi nav bike."

Nûrhan Xan destnîşan kir ku sûcên qirkirinê yê ku ji aliyê artêşa Tirk ve li herêmên bakurê Sûriyê têne kirin, komkujiyeke rasteqîn e û rola jinan bin pê dike, di encamê de jin bûne qurbanên terorê.

ꞌBÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ JI SÛCÊN TIRKIYÊ KAMBAXTIR Eꞌ

Têkildarî bêdengiya civata navneteweyî û cîhanî ya li hemberî van sûcan rojnamevan û endama Rêxistina Embrace Women a amerîkî Nûrhan Xan ev parve kir: "Li gorî qanûna cezayî ya navneteweyî û her çar peymanên Cinêvê, di pêvajoya şerên çekdarî de siyaseta veşartina bi darê zorê, girtin û çewisandina azadiyê sûcên şer in, lê gelo ev yek li ser xaka Sûriyê pêk tê? Bê guman na, bêdengiya navneteweyî wekî sûcekî din e û ji sûcên Tirkiyê li Sûryeyê li dijî jin û xaka wê kambaxtir e."

Nûrhan Xan wiha axaftina xwe dewam kir:"Tevde di qonaxa bêdengiyeke kujer de ne û wekî ku tev li siyaseta tirkirina herêmên Sûriyê dibin. Ya ku min matmayî dihêle jî ev e. Ji law ra divê rêxistinên jinan û hiqûqî û mirovî girîngiyê bidin rewşa jina sûrî û sûcên ku li dijî wê pêk tê. Ji ber ku bêdengî tê wateya ku derfetê didin leşkerên Tirk û rêxistinên terorîst ku li dijî welatiyên wê rojane mîna van kiryaran pêk bînin."

Di dawiyê de rojnamevan Nûrhan Xan bana hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir "Em Rêxistina Embrace Women ku armanca me çareserkirina dozên jinan e, bang dikin ku ji ber siyaseta tirkkirinê cezayên navneteweyî li dewleta Tirk û kesên bêdeng were birîn û sûcên li herêmên dagirkirî werin bidawîkirin. "

(eh)

ANHA