Malbatên şehîdan: Pêdiviya me bi garantorê ku erka xwe pêk nayîne, tune ye

Malbatên şehîdan ên Reqa û Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku helwesteke eşkere li hember van êrişan nîşan bidin.

Malbatên şehîdan: Pêdiviya me bi garantorê ku erka xwe pêk nayîne, tune ye
27 cotmeh, 2021   05:44
REQA-MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e, herî dawî di 23’yê Cotmehê de bi balafira bêmirov êrişî Kobanê kir û di encamê de 3 şervanên QSD’ê şehîd xistin.

Têkildarî vê yekê, malbatên şehîdan ên Reqa û Minbicê ji ANHA'yê re axivîn, êriş şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku van êrişan rawestînin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarokê Keramê yê Reqayê Ibtîsam El-Ehmed êrişên li dijî ewlehî û aramiya herêmê şermezar kir û wiha domand: "Bajarê Kobanê sembola serkeftina me ye, em qebûl nakin sivîl bi awayekî hovane werin hedefkirin. Em ê her bihostekê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin."

‛ RÛSYA YA GARANTOR LI HEMBER VAN ÊRIŞAN LI KU YE?’

Ibtîsam El-Ehmed pirsa rola Rûsya ya "Garantor li hemberî van êrişan kir: "Li hember van êrişan Rûsya ya garantor li ku ye, gelo ne ji bo ku garantorê agirbestê ye derbasî vê herêmê bû? Me tu helwesteke Rûsyayê ji van êriş û sûcan nedît."

Ibtîsam El-Ehmed wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em tu wesiyetê ji herêmên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re naxwazin. Rûsya wek garantor derbasî herêmê bû, lê rola xwe bi awayekî rasteqîn pêk nayne. Ji ber wê tu pêdiviya me bi garantorekî ku bi erkên xwe li hember şêniyên herêmê ranabe tune ye."

‛ARMANCA DEWLETA TIRK DAGIRKIRIN Û TÊKBIRINA ARAMIYA HERÊMÊ YE’

Îtab El-Ehmed jî li ser vê yekê wiha got: "Êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kobanê bi rasthatina salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê ji terora DAIŞ’ê pêk hat. Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."

Îtab El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku helwesteke cidî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin.

‛ME DI OXIRA VÊ XAKÊ DE GELEK BERDÊL DAN Û EM XWEDIYÊN VÊ XAKÊ NE’

Bavê şehîd Mutesim ê ji Minbicê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû Mehmûd El-Îdo got: "Gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên me yên bi bahaneya şerê li dijî terorê derwer in. Me ev xak ji qirêjiya terorê rizgar kir, me şehîd dan, em xwediyên vê xakê ne û em ê lê bimînin. Yan em ê bi rûmet bijîn an jî bi rûmet bimirin."

El-Îdo wiha domand: "Tu kes nikare gefan li me bixwe û me bi terorê tawanbar bike. Me gelek ferdekarî di oxira parastina vê xakê de dan. Ji ber wê em ê heta nefesa dawî parastina wê bikin û gefên dewleta Tirk ne xema me ne."

El-Îdo ev tişt pirs kir: "Çima dewleta Tirk dixwaze xaka me dagir bike? Tirkiyê jêdera terorê ye û çeteyên DAIŞ’ê li herêmê çêkirin û piştevaniya wan kir. Em xwediyên vê xakê ne û me êrişî tu kesî nekiriye."

Li aliyekî din jî dayika Mihemed Qere Mihemed ê ku di pêngava rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de şehîd bûbû, Meha El-Ebdullah got: "Em dagirkeriya Tirk li xaka xwe red dikin. Zarokên me şehîd bûn da ku em bi rûmet bijîn. Em amade ne canê xwe ji bo ewlehî û aramiya herêmê bidin."

Meha El-Ebdullah wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dema DAIŞ’ê herêmê dagir kiribû, sivîl bi xwînsarî qetil dikirin û mal talan dikirin, dewleta Tirk li ku bû, çima îro derdikeve û gefan li me dixwe?"

(fr)

ANHA