​​​​​​​Seyîd Evran: Tirkiyeya bi serkêşiya Erdogan dê têk biçe û nekare bi ser xwe ve were

Rojnamevan Seyîd Evran got "Tirkiye dikeve nava krîzeke navneteweyî" û diyar kir ku çembera li dora dewleta Tirk her ku diçe tengtir dibe.

​​​​​​​Seyîd Evran: Tirkiyeya bi serkêşiya Erdogan dê têk biçe û nekare bi ser xwe ve were
27 cotmeh, 2021   05:27
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Rejîma AKP'ê budçeya xwe ya şer a sala 2022'yan ji sedî 30 zêde kir û 200 milyar lîre ji şer re veqetand. Di demên dawîn de li dijî gefên dagirkeriyên yên nû yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava, ji bo bidestxistina destûra navneteweyî tê dikoşe. Seyîd Evran hewldana Erdogan a ji bo şikandina şoreşa Rojava û helwesta dewleta Tirk a niha şiband pozîzyona wê ya dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn û got Tirkiye dê di encama van polîtîkayan de mîna Almanyayê ji hev belav bibe.

Me rewşa rejîma AKP'ê, êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava, gefên nû yên dagirkeriyê bi rojnamevan Seyîd Evran re nîqaş kirin.

POLÎTÎKAYA ERDOGAN: FAŞÎZMA CÎHADÎST

Seyîd Evran qelsbûna rejîma AKP'ê ya di demên dawîn di polîtîkaya hundir û derve de bi bîr xist û diyar kir ku Erdogan bi zîhniyeta Osmanî ya cîhadîst tev digere û got: "Hemû hikumetên Tirk ên heta niha rejîmên şerê taybet bûn. Lê belê rejîma Erdogan, wê tecrübeye jî digire û polîtîkayekê dimeşîne. Li dijî Kurdan polîtîkaya dewletê tê meşandin. Li ber çavên hêzên navneteweyî meyla ber bi polîtîkayeke cîhadîst ve heye. Bi hêzên navneteweyî û herêmî re têkiliyan çêdike lê ya ku pêk tîne, polîtîkayên Osmanî ne. Di dema Osmaniyan de hinekî gelên cuda bûn xwedî maf, lê belê di feraseta Erdogan a Osmaniya cîhadîst de tu maf nîn in. Dîktatorî û faşîzm heye. Ev faşîzma cîhadîst e. Jixwe di hundir da dihele. Em vê yekê ji anketan şîrketên nêzî wan jî fêm dikin."

Seyîd Evran got opozîsyona Tirkiyê li dijî desthilata faşîst a Erdogan-Bahçelî di demên dawîn de çalaktir dibe û sedema wê jî desteka hêzên navneteweyî û wiha axivî: "Hêzên navneteweyî CHP çalak kiriye. CHP niha stratejiya rêvebirinê dimeşîne. Erdogan jî ji bo ku beşdarî civîna NY’yê bibe, çû Amerîkayê. Armanca wî hevdîtina bi Biden re bû. Lê nekarî bi tu rayedarên DYA’yê re hevdîtinê bike. Heta li balafirgehê tu kesî ew pêşwazî neir. Ji ber ku ne serdaneke fermî bû ji bo Amerîkayê. Di axaftina xwe ya li wir de peyama têkildarî Qirimê gihand Amerîka û Rûsyayê. Qirim ji bo Rûsyayê hesas e. Ji Biden re peyamek şand û diyar kir ku Rûsyayê Qirim dagirk kiriye û lê dîsa jî tu hevdîtin çênebûn. Piştre yekser Rûsyayê daxuyaniyên tund dan û li Idlib, Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablusê li çeteyên girêdayî Erdogan da."

'ÇEMBERA LI DORA TIRKIYEYA BI SERKÊŞIYA ERDOGAN TENG DIBE'

Seyîd Evran got Erdogan û Tirkiye li hemû qadan ditengijin û wiah dewam kir: "Nêzîk e ku Erdogan ji ber desteka ji terorê re were darizandin."

Evran da xuyakirin ku rojên gelekî xerabtir li benda Erdogan û Tirkiyê ne û got: "Di demên dawî de hin geşedan çêbûn. Rêxistineke navneteweyî nirxandinên piştgiriya terorê û şofandina pereyan li seranserê cîhanê, pêk anî. Di encama vê nirxandinê de Tirkiye xist lîsteya gewr. Ji Tirkiyê re ‘bihûşta şofandina pereyan’ tê gotin. Sezgîn Baran Korkmaz ku pere dişofandin, Amerîka xapand û ew jî peyayê Erdogan e. Nirxê dolar roj bi roj zêde dibe. Di heman demê de têkçûneke aborî jî heye. Rêbaza klasîk a hemû dîktatoran e; 'Heke ez biçim ez ê her kesî têk bibim' û Erdogan jî xwe bê minet dike."

Evran diyar kir ku Erdogan ji bo nixumandina krîzê êrişên derveyî sînor pêk tîne, Amerîka û Rûsya berpirsyarên êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û îşaret pê kir ku Rûsya û DYA divê diranan ji dewleta Tirk re bisûtîne ev şîrove kir: "Dadgehên navneteweyî ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala biryar dan. 10 balyozan daxuyaniyek da û Erdogan jî ew wek 'yên nayên xwestin' îlan kir. Ji bo Erdogan rojên tarî nêz in. Ji bo nixumandina vê yekê krîza balyozan çêkirin û dest pê dike li Kurdan dide. Êrişî Başûrê Kurdistanê dike û rojane çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev yek jî ji ber bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de ye. Li Rojava wesayîtên gel bombe dike. Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê Rûsya û Amerîkayê. Amerîka hevkara QSD'ê ye lê li dijî van êrişan dengê xwe dernaxe. Amerîka dibêje 'Divê her kes di pozîsyona agirbestê de bimîne, êrişan pêk neynin'. Lê Erdogan guh nadê. Wê demê divê li dijî wî bertek hebe. Eşkere ye ku tola xwe ji hêza ku DAIŞ têk bir, hildide."

ÊRIŞÊN DI ROJÊN TAYBET DE

Seyîd Evran diyar kir ku rejîma AKP'ê ji bo êrişên xwe rojên taybet hilbijartine û wiha pê de çû:  "Di dîroka dewlet Tirk de tu roj bi tesadufî nehatine hilbijartin. Rojên destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên li hemberî gerîla û Rojava, rojên bijarte ne. Destpêka êrişên li ser Efrînê roja îlankirina kantonan e. Di salvegera Rêkeftina Edeneyê de êrişa yekemîn pêk anî (20 Cotmeh 2021). Roja Kobanê ya Cîhanê nêz dibe û her wiha salvegera hefteya ku Reqa hate rizgarkirin û dema ku parlamentoya Katalonyayê bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir, êrişa duyemîn kir. Ev ne tesadûf in. Hewl dide bi qirkirina Kurdan rojeva xwe biafirîne. Lê mixabin her kes hê jî bê deng e. Rûsya berpirsyar e, ji ber ku li vê herêmê hêzên Rûsyayê hene. Ev êriş ne nû ne, beriya 3 mehan li Qamişloyê wesayîtên sivîlan hatin hedefgirtin û Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê hate bombebarankirin û van êrişan dest pê kir. Civîna NY'yê û hevdîtina Erdogan a bi Pûtîn re nêzîk dibe û Erdogan li hundir û derve tê dorpêçkirin. Di van pêvajoyan de bi êrişan hewl dide rojevê biguherîne.

Herî dawî parlamenterekî Iraqê yê nêzî Îranê digot 'Erdogan li benda salvegera Lozanê ye. Piştî wê salvegerê Tirkiye dê axa Iraq û Sûriyê bixwaze.' Ev pirsgirêka hemû welatên Ereban e. Êrişî Kurdan dike û qetil dike, lê ji bo hemû Ereb, Ewropa û cîhanê xetere ye. Xwe wek Hîtlerê duyemîn derxist pêş û ji bo cîhanê xeteriyek e."

‘KONJONKTUR JI BO ÊRIŞÊN NÛ NE GUNCAW E’

Seyîd Evran got konjonktur ji bo êrişa gengaz a rejîma AKP'ê ne musaît e, tiştek di destê Erdogan nemaye ku pê bazarê bi DYA û Rûsyayê re bike û wiha dewam kir: "Di raya giştî ya Amerîka û cîhanê de li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têgihîştinek heye. Ev feraset bandorê li wan kesan dike ku siyasetên çewt li ser herêmê pêk tînin. Mînaka vê ya herî berbiçav Trump e. Ji bo êrişên Serêkaniyê û Girê Spî, rê da Erdogan. Raya giştî ya Amerîkayê ceza kir û sedemeke ku Trump nehate hilbijartin jî ji ber vê biryara wî ye. Yên ku vê polîtîkayê dimeşînin, ji aliyê gel ve tên cezakirin. Berê jî tiştên Erdogan hebûn ku li dijî Amerîka û Rûsyayê bazarê pê bike. Niha ew dê çi bazarê bike û çi maye? Êdî baweriya Rûsyayê bi karta wî ya Idlibê nayê. Ji ber ku di berdêla karta Idlibê de Serêkaniyê û Girê Spî dan. Lê belê Erdogan jê ne razî ye û hê jî li Idlibê şantajê li Rûsyayê dike."

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A TIL RIFETÊ

Sîd Evran li ser girîngiya stratejîk a Til Rifetê jî wiha axivî:  "Til Rifet xwedî girîngiyeke stratejik e ku hakimî Helebê ye. Kî li wir serdest be, dê li ser Sûriyê serdest be. Gelo Rûsya bi rastî jî dixwaze Erdogan bike şirîkê xwe yê li Sûriyê? Yên ku li vir xwedî gotin in, ne tenê Rûsya û Amerîka ne, faktora Îranê jî heye. Her biryara ku li Iraq û Sûriyê bêyî erêkirina Îranê hatiye girtin, şer û pirsgirêkan kûrtir dike. Lewma divê hemû hêz faktora Îranê li ber çavan bigirin. Di hilbijartinên Iraqê de hate xwestin Îranê bê bandor bikin lê niha gel hilbijartinan qebûl nake. Dîsa dixwazin li Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraqê û Lubnanê Îranê bê bandor bikin. Ev yek ji bo têkbirina Hîlala Şîeyan e û Îran dê li hemberî vê bê deng nemîne.”

'TIRKIYE DÊ WEKÎ ALMANYAYÊ PARÇE BIBE'

Seyîd Evran destnîşan kir ku çawa ku Almanya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn parçe bû, Tirkiye jî dikare di demeke nêz de ji hev belav bibe û got: "Ne tenê Almanyayê Hîtler gihand, nexşeyeke nû ya cîhanê hat xêzkirin û hêzên navneteweyî ew bi rêxistin kir ku wî xurt bikin. Hîtler li her kesî xist, lê kesî deng dernexist, heta ku li dijî her kesî şer îlan kir. Êrişî Fransa, Rûsya, Brîtanya û Polonyayê kir. Piştî êrişê hemû bûne yek û berê xwe dane wî. Di rastiyê de dixwestin bi wî Sovyetê têk bibin. Her wiha xwestin şoreşa Sovyetê bi bin bixin. Ev şoreş dişibe Şoreşa 17'ê Cotmehê, lê jê derbas dibe. Erdogan dixwaze wê bişikîne, lê di dawiya Şerê Cîhanê de Almanya têk çû, parçe bû û heta sala 2000'î qedexeya avakirina artêşê hebû. Baş e Tirkiye dikare vê yekê ragire? Na. Heke Tirkiye parçe bibe dê bibe gelek parçe. Fatoreya Tirkiyê dê bi vî rengî be. Domana niha nişan dide ku ev yek di demeke nêz de dê pêk were. Pêwîstiya NATO'yê bi Tirkiyeyeke li gorî dilê wê heye, ne bi Tirkiyeya niha."

‘BERXWDANEKE TOPYEKÛN DÊ ÇÊBE’

Her wiha Seyîd Evran diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava dê li dijî êrişan li ber xwe bid e û wiha axivî: "Hem hêzên parastinê, hem hêzên xweparastinê hem jî gel dê li ber xwe bidin. Ji ber ku gel di vê mijarê de zelal bûye; temamiya şerê navxweyî yê li Sûriyê şerê Erdogan e. Di carekê de cihekî dagir dike, bi xwe ve girê dide, waliyekî lê erkdar dike, dibistanekê lê vedike. Li gorî kîjan qanûnên navneteweyî vê yekê dike? Çeteyan dike polîs û pere dide wan. Di vê mijarê de berpirsyariyeke cidî dikeve ser milê hêzên navneteweyî."