'Divê pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de bi xurtî bidome'

Jinên ku beşdarî pêngava "Dem Dema Azadiyê ye " bûn, diyar kir ku doza rêber Abdullah Ocalan doza rizgarkirina tevahî gelên herêmê ye. Jinan banga xurtkirina têkoşînê kir.

'Divê pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de bi xurtî bidome'
27 cotmeh, 2021   00:46
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hatiye ragihandin, ket sala xwe ye duyemîn. Ji pêkhateyên herêmê, Kurdistan û Ewropayê girseyeke mezin beşdarî pêngavê bûn.

Jinên ku tev li pêngavê bûn, banga xurtkirina têkoşînê û berfirehkirina çalakiyan ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin.

/kr/uploads/files/2021/10/26/194157_.webp

Meqbûle Mihemed diyar kir ku tişta ji ciwan û jinan tê xwestin ew e ku bi awayekî çalak  pêngavê bi rê ve bibin û  li hemberî şerê taybet ê ku li dijî jin û ciwanan tê meşandin bisekinin.

Meqbûle anî ziman ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji bo doza Kurd û gelên herêmê tê dikoşe û got: "Ji ber vê yekê ji hemûyan tê xwestin ku beşdarî Pêngava Dem Dema Azadiyê yê bibin da ku azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk were."

/kr/uploads/files/2021/10/26/194136_-.webp

Xaliye Ehmed destnîşan kir ku pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" bi biryardariyeke mezin didome û wiha pê de çû: "Kesên ku tev li pêngavê bûne karîn rê li pêşiya komployeke nû ya ku gel û pêkhateyên herêmê hedef digire, bigirtana û karîbûn gelê Kurd ji xeta xiyanetê hişyar kiribane ku hin aliyan hewl dan civakê ji hev bixin û wê ji doza wê ya cewherî xûr xistiba."

Xaliye Ehmed diyar kir ku civaka navneteweyî heya niha têkildarî doza rêber Abdullah Ocalan bêdeng e û got, ew ê pêngavê bidomînin û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Xaliye Ehmed anî ziman, doza rêber Ocalan ne dozeke kesayetî ye, lê doza azadiya hemû gelên herêmê, bi taybet doza azadiya jinê ye ya ku di ramana rêbertî de kesayet û azadiya xwe dît.

Xaliye Ehmed diyar kir ku qonaxa yekemîn a pêngavê, di warê xurtkirina parastina cewherî ya gel de bandoreke mezin kir, her wiha da xuyakirin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê wateya avakirina civakeke hevgirtî.

' DAXWAZA ME JI BO GIRÎNGIYA QONAXÊ, AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBRTÎ YE '

/kr/uploads/files/2021/10/26/194110_-.webp

Xurme Elî destnîşan kir ku qonaxa ku herêm tê re derbas dibe hestiyar e û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber hestiyariya qonaxê divê rêber Abdullah Ocalan di nava gelê xwe de be û azadiya rêbertî dê gelek pirsgirêkan li herêmê çareser bike, azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan daxwaza gel e.

Xurme Elî her wiha bang li gelê Kurd kir ku di sala duyemîn a pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de têkoşînê xurt bikin bikin û li hemû bajar û paytextên welatên cîhanê çalakiyên berfireh lidar bixin.

(dx)

ANHA