‛Dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî de hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digire’

Endamên PYD’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker di her carê de ku derbên giran ji aliyê gerîlayan ve dixwe, çekên kîmyewî bi kar tîne û gotin: "Dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî de hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digire."

‛Dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyewî de hêza xwe ji bêdengiya navneteweyî digire’
27 cotmeh, 2021   01:49
HELEB-ARIF SILÊMAN

Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Silêman wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker her carê di êrişên xwe de rastî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî Herêmên Parastinê yên Medyayê yan jî Şengalê tên. Ji lew ra dixwaze bi hemû rêbazan vê berxwedanê têk bibe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne."

/kr/uploads/files/2021/10/26/193932_-.webp

Hêvîn Silêman da zanîn ku bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk hişt ku sûcên xwe zêde bike.

Hêvîn Silêman berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê û serkeftinên li Zap, Avaşîn, Garê û Metîna bi dest xistine, bi bîr xist û got: "Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide vê berxwedanê têk bibe û bi çekên qedexekirî vîna gerîla bişkîne. Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser Efrînê de jî çekên kîmyewî bi kar anîn."

/kr/uploads/files/2021/10/26/193858_-.webp

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko diyar kr ku bikaranîna çekên qedexekirî lawazbûn û bêçarebûna dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîla nîşan dide.

/kr/uploads/files/2021/10/26/193916_-.webp

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Mistefa Hemo bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku ji siyaseta dewleta Tirk hişyar bin û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber ku armanca wê geşkirina hebûna xwe û hedefgirtina hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Ji ber wê divê şênî li hember dagirkeriya ku hewl dide gelê Kurd û berxwedana wê tune bike, bisekine.

Hemo bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî bi "rûreşiyekê" wesif kir û got ev bêdengî bihêle ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li dijî gelên herêmê zêdetir bi kar bîne.

Mistefa Hemo bang li PDK'ê kir ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrê li dijî kurdan ji aliyê deweta Tirk ve lêpirsîneke navneteweyî veke.

(fr)

ANHA