Bi sedan şêniyên Reqayê piştgiriya xwe bi şêniyên Kobanê re nîşan da

Bi sedan şêniyên Reqayê îro xwepêşandanek li dar xistin û êrişên dewleta Tirk li ser Kobanê û bêdengiya navneteweyî li hemberî wan êrişan şermezar kirin. Xwepêşandêran piştgiriya xwe bi şêniyên Kobanê re nîşan da.

Bi sedan şêniyên Reqayê piştgiriya xwe bi şêniyên Kobanê re nîşan da
26 cotmeh, 2021   12:56
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî bajarê Kobanê xwepêşandanek orgenîze kir. Bi sedan şênî, ciwanên Reqa, gelek saziyên Sivîl û leşkerî yên Reqayê û şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê tev li xwepêşandanê bûn.

Şênî li pêşiya nexweşxaneya Watenî kom bûn û pankertên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Na ji bêdengiya navnetewyî re" rakirin û ber bi qada agirkûjê ya li navenda bajêr ve çûn. Xwepêşandêran sloganên ku êrişên dijminahiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li ser Kobanê şermezar dikin, berz kirin.

Li wê derê endama Rêvberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya Itîmad El-Ehmed axivî û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kir.

Itîmad El-Ehmed da zanîn ku sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Kobanê, Til Rifet, Til Temir û Zirganê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbarana bê ser û ber û hedefgirtina sivîlan nîşan dide ku ew bi rêya êrişan têkçûna xwe vedişêre.

Itîmad El-Ehmed piştrast kir ku dewleta Tirk li hemberî serketinên ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, xwe kontrol nekir û bi hinceta ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê sivîlan li herêmên Kobanê dike hedef.

Itîmad El-Ehmed wiha domand: “Wekî şêniyên Reqayê ew dibêjin na ji bêdengiya navneteweyî re. Em yek gel in û vîna me yek e, em ê li hember van sûcan bisekinin û têkoşîna xwe heta ku tevahî herêmên Sûriyê rizgar dikin, bidomînin.”

Itîmad di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Em ji rêxistinên mirovî û hiqûqî re dibêjin êdî bes e ji bêdengiya we ya li hember sûcên dewleta Tirk re. Ka wijdan û mirovahiya we?

Xwepêşandan bi sloganên silavkirina şervanên QSD'ê û dilsoziya bi şehîdan re, bi dawî bû.

(dm)

ANHA