‛Em ê rêça têkoşer Bêrîtan heta azadiya tevahî jinan bişopînin’

Kongreya Star a Şedadê bi boneya salvegera 29’emîn şehadeta têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) semînerek li dar xist, tê de li ser jiyan û berxwedana şehîd Bêrîtan hat nîqaşkirin.

‛Em ê rêça têkoşer Bêrîtan heta azadiya tevahî jinan bişopînin’
26 cotmeh, 2021   13:40
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Semîner li hola Azadiyê ya meclisa navçeyê hat lidarxistin, tê de bi dehan endamên Kongreya Star, saziyên sivîl û civakî amade bûn.

Endama rêveber a Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star a Şedadê Reşa El-Xelîf û endama rêveber a Kongreya Star Rehef El-Elî semîner bi rê ve bir.

/ar/uploads/files/2021/10/26/131019_rsha-alkhlyf.webp

Reşa El-Xelîf behsa jiyan û berxwedana têkoşer Bêrîtan kir û wiha got: "Jiyana şehîd Bêrîtan tijî berxwedan û têkoşîn e. Ew ji tevahî jinan re sembola berxwedan û fedekariya ji bo azadî û welat e. şehadeta têkoşer Bêrîtan di dîroka jinan de û destpêkirina qonaxa nû ji tevahî jinên Rojhilata Navîn re qonaxeke nû bû."

Reşa El-Xelîf wiha domand: "Bi şehadeta xwe re metoda jina azad nexşe kir û bû sembola azadiyê ji tevahî Rojhilata Navîn re. Ji ber di oxira azadiyê de tê koşiya û teslîmiyet qebûl nekir."

/ar/uploads/files/2021/10/26/131032_rhf-alaly.webp

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star Rehef El-Elî teqez kir ku bi hezaran jin li ser rêya têkoşer Bêrîtan a azadî û rûmetê meşiyan û wiha got: "Îro û piştî şehadeta têkoşer Bêrîtan bi hezaran jin li eniyên şer li hember dagirkeriya Tirk disekinin."

Rehef El-Elî behsa berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha domand: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevahî aliyan de xwe îsbat kir û niha li ser rêya têkoşer Bêrîtan di oxira azadî û pêkanîna wekheviyê de tê dikoşin."

Rehef El-Elî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi tevkariya bi PDK’ê re hewl da vîna jina azad di şexsê têkoşer Bêrîtan de bişikîne, lê wê teslîmiyet red kir û nimûneya berxwedan û têkoşînê ava kir."

Rehef El-Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Têkoşer Bêrîtan di oxira bidestxistina mafên xwe û mafên gelê xwe kesayeta jina têkoşer ava kir û li dijî zilm û îxanetê sekinî. Ji ber wê divê tevahî jin berxwedanê bilind bikin û tevahî qeydên jiyana azad û rûmet qedexe dikin bişikînin."

Şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 25’ê Cotmeha 1992’yan de çalakiya fedayî li dar xist, her wiha heta guleya dawî şer kir û piştî guleyên wê neman û da ku ajan û xayîn wê dîl negirin ji serê çiyayê herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê xwe avêt xwarê.

(fr)

ANHA