Hêzên hikumeta Şamê dosyaya "çareserkirinê" li Derayê bi dawî kir

Hêzên hikumeta Şamê piştî nêzî 50 rojan ji pêkanîna rêkeftina nû ya di navbera komîteya ewlekarî ya hikumeta Şamê û rûspiyên Derayê de, xebatên"çareserkirinê" li bajarê Derayê bi dawî kir.

Hêzên hikumeta Şamê dosyaya "çareserkirinê" li Derayê bi dawî kir
26 cotmeh, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê ketin nêzî 55 bajar, gund, bajarok û herêmên Derayê.

Hêzên hikumeta Şamê xebatên"çareserkirinê" ji bo 6 hezar û 200 kesên ku ji xizmeta leşkerî ya neçarî reviyan û yên ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tên xwestin re, bidawî kirin.

Her wiha saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê nêzî 950 çek wergirtin. Di heman demê de navendek pêşwazîkirina kesên ku xebatên "çareserkirinê" bikin di demeke pêş de li navenda polîsa Dera El-Belad, vekir.

(dx)