​​​​​​​Koalîsyona Erebî: 92 Hûsî hatin kuştin

Di 24 saetên dawîn de li başûrê bajarê Mearib yê Yemenê di encama êrişên Koalîsyona Erebî de herî kêm 92 endamên Hûsiyan hatin kuştin.

​​​​​​​Koalîsyona Erebî: 92 Hûsî hatin kuştin
23 cotmeh, 2021   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Erebî li Yemenê roja înê ragihand ku di encama êrişên li dijî bakur, başûr û rojavayê bajarê Mearibê de zêdetirî 92 Hûsî hatine kuştin

Çapemeniya Erebistana Siûdî ragihand ku 16 wesayîtên leşkerî hatine rûxandin û 92 endamên Hûsiyan li Cobe ya li başûrê Mearibê û Kesare ya li rojavayê bajêr, hatine kuştin.

Hûsiyan ji bo ku Mearibê kontrol bikin, di meha Sibatê de êrişeke berfireh pêk anîbû.

(dm)