'Bêyî erêkirina Rûsya û DYE'yê, Tirkiyê nikare êriş bike'

Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê wê li hemberî her êrişeke muhtemel a Tirkiyê bisekine û anî ziman ku bêyî erêkirina Rûsya û DYA'yê, Tirkiyê nikare êriş bike.

'Bêyî erêkirina Rûsya û DYE'yê, Tirkiyê nikare êriş bike'
23 cotmeh, 2021   00:48
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker careke din gefên pêkaîna êrişan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van gefan bertekên tund nîşan didin.

Sekretêrêr Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas anî ziman ku ev gef wê rast berxwedana QSD'ê were. Her wiha bang li gel kir ku di yek rêzê de destekê bidin QSD'ê da ku planên osmaniya nû têk biçin.

Ebas anî ziman ku gefên Tirkiyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne, lê berdewama planên wê yê dagirkirina xeta sînor ji Efrîn heta Dêrikê ye.

Ebas diyar kir ku bêyî erêkirina Rûsya û DYA'yê Tirkiyê nikare êriş bike û got, her êrişeke ji aliyê Tirkiyê ve û têkçûna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê rewşa hundir û derve ji Erdogan re girêktir bike.

Mihemed Ebas got, heger gelê Kurd li hemberî gefên Tirkiyê gotina xwe bike yek wê gefên Tirkiyê bi teqez têk biçin.

Sekretêrêr Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas anî ziman ku ew amade ne li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin û got: "Divê gelê me li derdora QSD'ê kom bibe û ji bo têkbirina planênên Tirkiyê rihê berxwedanê nîşan bibe."

ANHA