ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2021

ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2021
22 cotmeh, 2021   23:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka di roja 19'an de didome. Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê serdana çalakiyê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jineke ji Girê Spî ya dagirker ji hovîtiya dagirkeran xwe xilas kir, behsa sûcên ku li wir têne kirin,  kir û got: "Çima em li ser xaka xwe û li welatê xwe têne çewisandin û bindestkirin?" her wiha hêvî kir ku QSD'ê herêmê rizgar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, bi boneya derbasbûna du salan di serî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re daxuyaniyekê li ber avaniya NY'yê ya li bajarê Qamişlo didin. Her wiha raporekê li ser binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî têne kirin radestî aliyê NY'yê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî gefên dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclisên navçeyên Girê Spî, Girkê Legê, Çilaxa û Dirêkê daxuyaniyan didin, saet 09:00'an heya 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê da zanîn ku gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê berdewama projeya dagirkirina qadeke berfireh ji Sûriyê ye. Şêniyan gotin li hemerî êrişên muhtemel ew ê bê deng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Salih Gedo diyar kir ku hêzên dagirkerên Kurdistanê tevî nakokiyên di navber wan de lê li ser qirkirina Kudan lihev dikin û got, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve beşek ji siyasetên wê yên binkeftî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê wê li hemberî her êrişeke muhtemel a Tirkiyê bisekine û anî ziman ku bêyî erêkirina Rûsya û DYA'yê, Tirkiyê nikare êriş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr Beşîr Mele Newaf têkildarî şehîdxistina Şukrî Serhed diyar kir ku êdî rola MÎT`a dewleta Tirk a dagirker li Başûr zêde bûye û dê ev diyardeya suîqestkirinê ewlehiya herêmê têk bibe û têkildarî çalakiya Komîteya Malbatên Şehîdan got “Komîteya Malbatên Şehîdan hêja ye ku aliyên biwijdan dengê wê bibîhizin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku zêdetirî mehekê li ser şehîdxstina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Şukrî Serhad re derbas bû, lê heya niha kujer nehatin eşkerekirin. Malbatên şehîdan careke din banga eşkerekirina kujeran li desthilata Başûrê Kurdistanê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, daxuyaniyekê cezayê ku dadgehê di doza Şabrîn daye, daxuyaniyekê li ber avahiya dadgehê ya bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yadê Wîdad 30 sal bê navber ji bo Rizgariya Kurdistanê tê koşiye û mabata xwe kir mîna şaneyeke şoreşgerî. Yadê Wîdad 3 caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiya, behsa hevîdtinên xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Werzîşê ya Yekemîn a Şehîd Mawa li Hola Yekitiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li Minbicê tevgera aborî, pîşesazî û xizmetgurazî pêş dikeve. Di aliyê aborî de bi sedan kargeh hatine vekirin ku rewşa herêmê pêş dixe û pêwîstiyên wê bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rêveberiya Xweser kir ku miqdarê tovê ku ji bo wan hatiye veqetandin, zêde bike. Bi mijarê ve girêdayî Gerînendeya Çandiniyê ji bo mewsima îsal plansaziyek nû danî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji projeyên ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê ji bo îsal diyar kiribû, avakirina 25 refên li gundan e. Komîteyê got, ji ber derfetên wan kêm bûn, proje dereng ma. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Tezkereya (biryarnameya ji bo operasyonên li derveyî sînor) ku Erdogan îmze kiriye, dixwazin pêşkêşî parlamentoyê bikin ku vîna wê qet nemaye û dema tezkereyê heta 2 salên din were dirêjkirin. Mijara sereke ya tezkereyê erêkirina rayeya şandina leşkeran û pêkanîna operasyonan li Iraq û Sûriyê ye.

ANHA