​​​​​​​Bangên eşekirina kujerên şehîd Sukrî Serhad didomin

Tevî ku zêdetirî mehekê di ser şehîdxstina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Şukrî Serhad re derbas bûye, lê heya niha kujer nehatine eşkerekirin. Malbatên şehîdan careke din banga eşkerekirina kujeran li desthilata Başûrê Kurdistanê kirin.

​​​​​​​Bangên eşekirina kujerên şehîd Sukrî Serhad didomin
23 cotmeh, 2021   03:19
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

17’ê Îlona 2021’an, endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhad) li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdxistin.

Bertekên li hemberî şehîdxistina Şukrî Serhad û bangên eşkerekirina kujer li desthilata Başûrê Kurdistanê di serî de YNK'ê berdewam dikin.

Piştî êrişê Mûdîriyeta Giştî ya Têkoşîna Dijî Terorê ya girêdayî YNK'ê di daxuyaniyê de ragihand ku wan agahiyên girîng li ser bûyera li Silêmaniyê wergirtine û got, êrişên ku di 16 û 17'ê Îlonê de çêbûne ji aliyê kesekî ve hatin kirin û ew kes hatiye girtin. Lê agahiyên zêdetir li ser kujer eşkere nekir.

Li ser mijarê malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê ji ANHA'yê re axivîn û diyar kir ku eşkerekirina kujerê şehîd Serhad wê ajanên dewleta Tirk jî eşkere bike.

/kr/uploads/files/2021/10/22/200727_-.webp

Birayê şehîdê HPG'ê Laleş, Hisên Hesen Şefîq anî ziman ku şehîdxistina Şukrî Serhad bi rêya kurdên xayîn pêk hat û diyar kir ku ev ne sûcê yekemîn e ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî têkoşer û şervanên Kurd tê kirin.

Hisên Şefîq ajantiya Kurdan bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: "Di demekê de ku Kurd li her deverê şer dikin, Kurdên ajan ên li gel dewleta Tirk têkoşerên Kurd û malên wan dikin hedef. Dem hatiye ku Kurd li hemberî dijminan serî hildin û rêya şehîdan bişopînin."

/kr/uploads/files/2021/10/22/200801_-.webp

Dayika şehîd Alan, Sebah Hec Mihemed bang li desthilata Başûrê Kurdistanê û YNK kir ku kujerê şehîd Serhad eşkere bikin û hesab ji wê bixwazin.

Sebah Hec Mihemed got, pêwîst e Kurd dev ji hevkariya xwe ya bi dijmin re li dijî gelê Kurd berde û got: "Dijminê me naxwaze yekitiya kurdî ava bike."

Dayika şehîd Alan, Sebah Hec Mihemed bang li kurdan kir ku li ser maseya diyalogan rûnên.

/kr/uploads/files/2021/10/22/200817_-.webp

Dayika şehîd Hozan, Medya Fatimê, bêdengiya desthilata Başûrê Kurdistanê ya derbarê neeşkerekirina kujerê şehîd Şukrî Serhad de rexne kir û bang kir ku tavilê kujeran eşkere bike.

Dayika şehîd Hozan anî ziman ku eşkerekirina kujerên şehîd Şukrî Serhad wê ajanên dewleta Tirk ên li Başûr jî eşkere bike û wiha domand: "Armanca îstîxbarata Tirk û alîgirên wê yên li Başûrê Kurdistanê qirkirina Kurdan e. Ji Lew ra divê partiyên li Başûr dev ji berjewendiyên xwe yên partiyetî yên teng berdin û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin."

/kr/uploads/files/2021/10/22/200745_-.webp

Dayika şehîd Azad, Sekîne Mehmûd bi bîr xist ku heya niha detayên qetilkirina şehîd Şukrî Serhad diyar nebûne û bang li aliyên peywendîdar kir ku kujer eşkere bike û sewqî edaletê bike.

Sekîna Mehmûd got: "Şerm e ku têkoşer û fermandarên Kurd bi alîkariya hin kesên ku îdiaya Kurdîtiyê dikin, li ser axa Kurdan Başûrê Kurdistanê werin qetilkirin. Em dayikên şehîdên Kurd rê nadin xiyanet û bê bextiyê. Em sûcên ku ji aliyê dewleta Tirk û alîgirên wê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên HPG'ê têne kirin, şeremzar dikin."

(dx)

ANHA