Li herêma Avaşînê şer giran e

Li qada Girê Qertel a herêma Avaşînê di navbeyna gerîla û artêşa Tirk a dagirker de ku operasyon daye destpêkirin, şerekî giran didome.

Li herêma Avaşînê şer giran e
22 cotmeh, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) wiha ye:

''22'yê Cotmehê berê sibehê li Qada Girê Qertel a herêma Avaşînê artêşa TC'ê ya ku operasyon dayî destpêkirin ketiye ber hedefa hêzên me.  Li vê qadê di navbeyna hêzên me û artêşa TC'ê ya dagirker de şerê giran didome. Agahiyên berfireh piştre wê werin parvekirin.

Ji 19'ê Cotmehê saet 18:00'an heta 21'ê Cotmehê qadên Stûnê û Qertel ên herêma Avaşînê bi obûsan hatiye bombekirin. 20'ê Cotmehê saet 18:00'an artêşa TC'ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bombe kiriye.

20'ê Cotmehê saet 20:10'an Girê Berbizinan a Goşînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

21'ê Cotmehê saet di navbeyna 18:20-21:00'an de qadên Werxelê, Girê Qertel û Girê Lanet ê herêma Avaşînê bi balafirên şer, obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin.

21'ê Cotmehê saet 22:50'î qada Kafya ya herêma Garê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

20 û 21'ê Cotmehê êvarkî Girê Şehîd Fedakar  a bi ser qada Sîda ya herêma Zapê ve û qadên Çemço bi obûs û hawanên qereqolên ser sînor hatine bombekirin. Eynî saetan tevgera helîkoptêran jî çêbûye.

22'yê Cotmehê saet 09:30'an qada Girê Lanet a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.''