Li asîmanê Kobanê tevgera balafirên dagirkeriya Tirk heye

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û gundewarê rojhilat Kobanê digere.

Li asîmanê Kobanê tevgera balafirên dagirkeriya Tirk heye
22 cotmeh, 2021   12:10
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, di van kêliyan de li asîmanê bajarê Kobanê û gundewarê rojhilatê Kobanê tevgera balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk heye.

Ev yek piştî du rojan ji hedefgirtina du erebeyên sivîlan li bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, pêk tê ku di encamê de 2 ciwan şehîd bûn û 3 kesên din û di nav de hevserokê Meclisa Edaleta Civakî Bekir Ceradê, birîndar bûn.

ANHA