Bijîşk û dermanfiroşên herêmê: Kiryarên PDK`ê asta xiyanetê jî derbas kir

Çalakiya Konvedanê li dergehê Sêmalkayê 18 roj in dewam dike berdewam dike. Îro Yekitiya Bijîşk û Dermanfroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî çalakiyê bûn û diyar kirin ku kiryarên PDK`ê asta xiyanetê jî derbas kir.

Bijîşk û dermanfiroşên herêmê: Kiryarên PDK`ê asta xiyanetê jî derbas kir
22 cotmeh, 2021   12:03
QAMIŞLO

Vê sibê endamên Yekitiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da dergehê Sêmalkayê da ku tev li çalakiya konvedanê bibin. Di 4`ê Cotmehê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî çalakiya konvedanê li dergehê Sêmalkayê li dar xist.

Bi dehan bijîşk û dermanfiroş û endamên navendên Tenduristiyê li qada dergehê kom bûn û berê xwe da dergehê Fîş Xabûr.

Li dergehê Yekitiya Bijîşk û Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da. Hevserokê Yekitiya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ednan Hiso daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, “bi saya fedekariyên şehîdan, berxwedana hêzên leşkerî, YPG, YPJ û HPG`ê herêm di pêvajoyeke hesas û çarenûsî re derbas dibe û gelê herêmê dê li hemberî dijmn û xayînan berxwedana xwe berdewam bikin.

PROJEYA DEMOKRATÎK SIYASETÊN ÎNKARKIRINÊ YÊN DEWLETA TIRK TÊK BIRIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku projeya demokratîk ya li herêmê hemû siyasetên înkarkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê têk birin û ev proje ji bo hemû welatiyên Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku li gel şert û mercên hesas yên herêm tê re derbas dibe, hinek partiyên kurdî bi taybet malbata Barzanî li şûna dewleta Tirk şerê destkeftiyên gelê Kurd dikin. Ji lew re em kiryarên malbata Barzanî yên ku asta xiyanetê jî derbas kir, şermezar kirin.”

Xwepêşandêran di daxuyaniya xwe de Pêşmergeyên Dêrîn ên bi pey siyasetên şerê navxweyî neketin, her wiha hemû gerîlayên azadiyê û dîlgirtiyên azadiyê, silav kirin.

Tê payîn ku sibe şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Yekitiya Mamosteyan a herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê bikin.

(şx)

ANHA