Rûspiyên Ereb û Kurd ên Efrînê gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Rûspiyên Kurd û Ereb ên herêma Firatê nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina navçeya Til Rifetê dan.

Rûspiyên Ereb û Kurd ên Efrînê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
19 cotmeh, 2021   09:44
ŞEHBA

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên kantonên Şehba û Efrînê li ber nivîsgeha Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a li navçeya Fafînê kom bûn. Rûspî Welîd Hemada bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser planên dijminane yê dewleta Tirk li hemberî gelê herêmê û hate gotin: "Sûriyê di dîrokê de bi tevna xwe ya civakî ya bi çand û şaristaniyê dewlemend e tê naskirin. Ev tevn ji gelek ol, mezheb û rengan pêk tê ku sira hêza Sûriye ye. Ji ber vê yekê hêzên derve, di serî de Tirkiyê şer û kînê xwe nîşanî vê yekê dide."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên derve destpêkê hewl dan vê tevna civakî parçe bikin û ev tişt hate destnîşankirin "Şêx û rûspî ha ji  planên wan hêzan, di serî de dewleta Tirk de ku hîna jî xaka Sûriyê wêran dike û gefan dixwe hene û li hemberê bûn  mertal."

Şêx û rûsiyan gefên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser bi tundî şermezar kirin û wiha gotin: "Li hemberî gefxwarinên Tirkiyê, bi hevgirtinê û israra li ser rastiya dîrokî û civakî ya Sûriyê û israra rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî Idlib, Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî  em piştgiriya xwe bi hemû pêkhateyên din re radighînin."

Rûspiyan di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî gef û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê erka xwe ya qanûnî û exlaqî pêk bînin."

ANHA