Ji bo çûna Îmraliyê parêzeran careke din serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo ku hevdîtinê bi muwekilê xwe re çêkin serlêdaneke nû kir.

Ji bo çûna Îmraliyê parêzeran careke din serî li serdozgeriyê dan
19 cotmeh, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kir.

Parêzer Newroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ev demeke dirêj e ku bersiveke ne erê ne jî na ji serlêdana parêzeran re nayê dayin.

Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal herî dawî piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.