​​​​​​​Xebatên çareserkirina rewşan li Derayê berdewam in

Xebatên "Çareserkirina rewşan" û lihevkirina navbera rûspiyên herêmê û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê de ji bo herêmên cuda yên gundewarê rojhilatê Derayê berdewam in.

​​​​​​​Xebatên çareserkirina rewşan li Derayê berdewam in
19 cotmeh, 2021   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorîn Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê xebatên lihevanînê ji bo deverên Gariye Rojhilat, Gariye Rojava, Xirbet Xezalê, Nahte, Hirak, Elma û Sorê didomînin. Çekdarên xwecihî, kesên sivîl ku divê erka leşkertiyê bikin rewşa xwe çareser kirin. Hemwextî wê hêzên hikumeta Şamê lêgerîn li hinek malan pêk anî.

SOHR`ê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê û polîsa leşkerî ya Rûsyayê, ala Rûsyayê û ya Sûriyê li ser navenda Lihevanînê ya li Hirakê daliqand ku hikumeta Şamê li nexweşxaneya Hirakê yê gundewarê Derayê ava kiriye. Niştecihên Hirak, bajarokên Sorê û Elayê yên ji erka leşkertiye revîne rewşa xwe çareser dikin.

Xebatên lihevanîn di çarçoveya temamkirina lihevkirinên ku li Dera El-Beled û gundewarên bakur û rojavayê herêmê de pêk tên ku ji çend hefteyan ve li gundewarê rojhilat dest pê kirine.

Girêdayî heman mijarê hêzên hikumeta Şamê bajarokê Nahta yê gundewarê rojhilatê Derayê dorpêç kir. Gelek wesayîtên leşkerî li eniyên bajarokê belav bûn da ku derbasî bajarokê bibin û mîna li deverên din rû daye dest bi xebatên lihevanînê bikin.

Li gorî SOHR`ê hemwextî qedexeya derketinê, komên hêzên hikumeta Şamê derbasî bajarokê bûn û agir bi hinek malan xist.

Her wiha kesên "lihevkirina çareseriyê" red kirin, ber bi herêmên din ve reviyan.

(şx)