Li dijî navenda Heşid El-Şebî ya li Bexdayê êrişek pêk hat

Çavkaniyekî ewlehiyê eşkere kir li dijî navendeke komên Heşid El-Şebî êrişek pêk hatiye

Li dijî navenda Heşid El-Şebî ya li Bexdayê êrişek pêk hat
19 cotmeh, 2021   09:27
. NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Al-Ain a nûçeyan ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ewlehiyê got: "Dengê teqîneke mezin ji navenda Heşid El-Şebî ya li herêma Latîfiye ya başûrê paytextê hatiye bihîstin. Lê sedemên wê nehatin zanîn. Li gorî texmînan dibe ku êrişeke plankirî be."

Li gorî heman çavkanî, di encama êrişê de zirarên mezin gihaştiye avahiya navendê lê tu windahî çênebûye.

Li gorî gelek raporên çapemeniyê, tiştên vê sibê qewimîne teqînek di depoya çekan de ye.

(şx)