Rojnameyên Erebî: Ji encamên civîna Komîteya Destûrê ya Sûriyê hêviyên kêm in

Rojnameyên erebî îro derbarê Komîteya Destûrê ya Sûriyê, rewşa Iraqê û aloziya Lîbyayê de nivîsandin.

Rojnameyên Erebî: Ji encamên civîna Komîteya Destûrê ya Sûriyê hêviyên kêm in
19 cotmeh, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

LI GEL HÊVIYÊN KÊM CIVÎNA 6`AN A KOMÎTEYA DESTÛRÊ LI CINÊVÊ LI DAR KET

Rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Duh gera 6`an a civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyê li Cinêvê li dar ket. Lê heta niha tu pêşketineke berçav nehatiye bidestxistin.

Komîteya Destûrê ji 45 nûnerên hikumeta Şamê, opozîsyon û civaka sivîl pêk tê û Neteweyên Yekbûyî (NY) sponseriya van civînan dike. Ev civîn di çarçoveya çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya bi hejmar 2254 a sala 2015`an de li dar dikevin.

Li gorî biryara navneteweyî, divê hikumeteke demkî were avakirin, beriya lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê divê destûr were nivîsandin. Ji ber wê danûstandinên Sûriyê dabeşî 4 beşan bûn; hikum, destûr, hilbijartin û têkoşîna li dijî terorê.

Şandeyê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pederson danûstandinên di navbera aliyên Komîteya Destûrê de bi rêve dibe. Piştî binkeftina 5 gerên berê yên civînê, Pederson yekşemê ragihand ku aliyên Komîteya Destûrê li ser destpêkirina sazkirina destûreke nû ji welêt re li hev kiriye.

Li gorî dîplomatên biyanî, di çend hefteyên borî de Rûsya dehf daye Şamê da ku hinekî di danûstandinan de nerm be. Pederson di çend mehên dawîn de 2 caran serdana Moskovê kir û roja yekşemê got: Komîteya Destûrê ya hevbeş, roleke girîng di xebatên siyasî de dilîze. Lê di heman demê de nikare aloziya siyasî çareser bike.

Danûstandinên têkildarî vê mijarê beriya du salan destpê kiribûn. Lê li gorî axaftina Pederson a li pêşiya Konseya Ewlehiyê ya NY`yê di dawiya Îlonê de heta niha tu pêşketin çênebûye.”

ÇAVÊ EL-MALIKÎ LI BLOKA HERÎ MEZIN E

Têkildar karûbarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El-Malikî armanc dike bloka herî mezin a palamentoyê bi dest bixe da ku hikumeta bê ava bike. di heman demê de piştgiriya hêzên Şîa dike ku li dijî encamên hilbijartinên dawî derketine.

Îtîlafa dewleta qanûnê ku El-Malikî serkêşiya wê dike ku di hilbijartinan de 36 kursî bi dest xistin, van xeyalan venaşêre.

Hêzên siyasî yên Iraqê bi giştî dudilî ne û nikarin helwesta xwe ya tevlêbûna di hevalbendiya El-Malikî de nîşan bidin. Blokên Sunî û Kurdî jî li benda lihevkirina Şîa-Şîa ya ji bo çareserkirina aloziyê ne, ya ku sedema wê hêzên di hilbijartinan de bin binketine.

Li aliyekî din li dijî encamên hilbijartinan, hêzên Şîa yên binkeftî xwepêşendanan didomînin û niha çav li Necefê ye ku vê aloziyê çareser bike.”

TERABLUS AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA KONGREYA EWLEHIYA LÎBYAYÊ DIKE

Rojnameya El-Beyan jî girêdayî rewşa Lîbyayê wiha nivisî: “Paytexta Lîbyayê Terablus, amadekariyên lidarxistina kongreya navneteweya ya ji bo piştgiriya înstiyafa ewlehiya Lîbyayê dike ku tê payîn roja pêncşemê li dar keve. Wê gelek hêzên navneteweyî tev lê bibin.

Li aliyekî din dihat payîn ku kongre li Sirte li dar keve. Wezîra Karên Derve û Hevkariya Navneteweyî ya Hikumeta Wehda El-Wataniye Necla El-Menqûş got kongre wê li Terablusê li dar keve. Ji ber wê gengeşî di nava aliyên Lîbyayê de derket. Çavdêrên rewşa welêt destnîşan kirin ku lidarxistina kongreyê li Terablusê li şûna li Sirte beşek ji girîngiya xwe winda kir. Ev tê wateya ku gelek aliyên lîbyayî yên girîng wê tê de beşdar nebin di nav de fermandariya artêşê, parlamento, nûnerên rejîma berê, hêzên din ku dibêjin Terablus hîna di bin kontrola milîsan de ye. Her wiha ihtîmal heye ku gelek dewlet beşdarbûna xwe di kongreyê de taloq bikin. Nexasim dewletên ku balyozxaneyên wê li Terablusê girtî ne.

Tê payîn dewletên endamên Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê, dewletên ku di kongreya Berlîn 1-2 de beşdar bûne, dewletên cîran, gelek dewletên ereb, nûnerên Yekitiya Ewropayê (YE), Yekitiya Afrîkayê û Yekitiya Ereban tev li kongreyê bibin.”

(şx)