Jinên Dêrazorê: Rêber Ocalan sembola neteweya demokratîk e

Jinên rêveber ên Dêrazorê diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan sembolê neteweya demokratîk e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya wî dişopînin û got: " Rêbertî bi fîzîkî ji me dûr e, lê bi rihê xwe di nav me de ye."

Jinên Dêrazorê: Rêber Ocalan sembola neteweya demokratîk e
19 cotmeh, 2021   07:40
DÊRAZOR - ELÎ EREB

Projeya neteweya demokratîk a ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser erdê pêk tînin, ji hêzên desthilatdar re cihê fikaran e. Ji ber ku ev projeya ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, li ser desthilata wan xeteriyê çêdike. Komploya navneteweyî ya li dijî rêbert Ocalan ku hîna berdewam e, nirxandinên wî yên têkildarî pergala kapîtalîzmê piştrast dike.

Her wih tecîrda girankirî ya li ser rêber Ocalan di girtîgeha girava Îmraliyê de tê meşandin û redkirina daxwazên hevdîtinên malbat û parêzeran, li dijî qanûnên dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan û qanûnên navneteweyî ne.

'15'Ê SIBATÊ ROJEKE REŞ E'

Endama rêveber a Komîteya Jinan a herêma rojava ya gundewarê Dêrazorê Îtab Cedan diyar kir ku projeya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye deng veda ye û destnîşan kir ku ev proje banga yekkirin û hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê bêyî cûda di bin sîwanekê de dike.

/ar/uploads/files/2021/10/19/072723_00273.mts.00_00_00_12.still001.webp

Îtab Cedan dîroka 15'ê Sibata 1999'an bi roja reş di dîroka gelên azadîxwaz de bi nav kir û diyar kir ku girtina rêbertî di çaroveya girtina azadiya gelên ku xwe dispêrên fikir û felsfeya rêber Ocalan de pêk hat.

Her wiha Îtab Cadan nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya bêşerm a civaka navneteweyî ya derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan de anî ziman, di heman demê de bang li gelên ku li dijî siyasetên kapîtalîzmê û yên ku parêzvaniya edalet û wekheviyê dikin kir ku çalakiyên xwe xurt bikin heta ku tecrîda li ser rêber bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin

'SEMBOLA NETEWEYA DEMOKRATÎK'

Têkildarî wê, Hevseroka Komîteya Tendurstiyê ya Dêrazorê Meryem El-Ewad, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku tecrîda li ser rêbertî rewşê bi girêktir dike, dagirkeriya Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gef û êrişên wê yên domdar wekî mînaka vê yekê nîşan da.

Desthilata Tirk ji dema girtina rêber Abdullah Ocalan ve li dijî wî siyaseteke qirêj dimeşîne, her wiha nahêle parêzer û malbata wî pê re bicivin. Hevdîtina dawî ya bi rêber Ocalan re di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû, peywendiya dawî ya bi derve re di 25'ê Adara 2020'an bû ku 5 deqeyan bi telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axivî, piştre peywendî hate qutkirin.

/ar/uploads/files/2021/10/19/072710_img_0292.webp

Meryem El-Ewad îşaret bi girîngiya ramanê rêbertî yê derbarê jinan de kir û got: "Rêbert fikirê neteweya demokratîk belav kir û rola jin di civakê de xurt kir. Dewleta Tirk rêbertî di aliyê fîzîkî de ji wan dûr xist, lê ruhê wî di nav me de ye û dê wek sembola neteweya demokratîk bimîne."

(dm)

ANHA