Kêmbûna avê pirsgirêkên kehrebe û ava vexwarinê zêde kirin

Meclisa Sivîl a Dêrezorê li gorî derfetên xwe hewl dide pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê û kehrebeyê çareser bike ku di encama qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve çêbûne. Ji ber ku dewleta Tirk 10 meh in ava çemê Firatê qut kiriye, piraniya stasyonên parzûnkirinê û kehrebeyê ji xizmetê derketine.

Kêmbûna avê pirsgirêkên kehrebe û ava vexwarinê zêde kirin
19 cotmeh, 2021   07:05
DÊRAZOR- ELÎ EREB

Li gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê 7 yekîneyên avê hene (yekîneya El-Cezrat, yekîneya El-Kesra, yekîneya El-Sor, yekîneya El-Cerzî, yekîneya El-Basîra, yekîneya Firat û yekîneya Hecîn), 56 stasyona parzûnkirinê li gund û bajarokan girêdayî wan yekîneyan in.

Ji ber kêmbûna asta ava çemê Firatê ev demeke piraniya stasyonan ji xizmetê derketine. Ji ber tunnebûna derfetan rewş xirabtir bû. Aliyên têkildar hewl didin bi hemû rêbazan van pirsgirêkan çareser bikin.

/kr/uploads/files/2021/10/19/072144_-.webp

Yek ji rêveberên Saziya Avê ya Dêrazorê, Îbrahîm El-Şehîme diyar kir ku bi piştgiriya Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrezorê, robara ava mayî ya çemê Firatê guherîn, da ku nêzî tûrbînin pombekirinê bin. Lê ev çareserî demkî ye, ji ber ku av nayê nûkirin û dibe ku ziwa jî bibe.

Li gorî El-Şehîme, Saziya Avê di demên dawî de stasyonên parzûnkirinê yên din ava kirine, bi taybet li bajarokên ku av lê bi temamî qut bûye, wekî stasyona Hermûşiye, El-Kesra, Hewayic Ziyab û Dêrwa û ev stasyon demeke ketine xizmetê.

Piştî xebatên sererastkirina torên kehrebeyê yên sereke û şaxî ku di dema dagirkirina çeteyan de bi temamî wêran bûbûn, ev stasyon 24 saetan kehrebe dida herêmê.

Piştî ku piraniya stasyonên kehrebe rawestîn, Komîteya Enerjiyê ya Dêrazorê neçar ma ku saetên dayîna kehrebeyê kêm bike û tenê xeta xizmetguzariyê xebitî hişt, da ku saziyên sivîl ên xizmetguzariyê û yekîneyên avê karê xwe berdewam bikin.

Yek ji rêveberên Komîteya Enerjiyê ya Dêrazorê Fadil Ehmed El-Salih got komîte dixebite da ku rewşa kehrebeyê baştir bibe. Her wiha diyar kir ku sedemên din ên ku rewşa kehrebeyê xirabtir dikin hene wekî kalîteya xirab a hin toran e û şênî kehrebeyê ji xetan didizin, bi taybetî torên ronîkirinê.

/kr/uploads/files/2021/10/19/072159_-.webp

Di nav stasyonên kehrebeyê yên herî girîng ên li Dêrezorê de stasyona Mîlac û stasyona Heft Kîlo ne, ku kehrebeyê ji piraniya gundewarê rojava û rojhilatê Dêrazorê re peyda dike. Komîteya Enerjiyê di çarçoveya planên xwe yên pêşerojê de hewl dide xetên kehrebeyê bigihîne stasyonên avê yê Hermûşiye yên ku nû hatine avakirin û her wiha xeteke din ji bo herêma El-Kesrat.

Ehmed Fadil El-Salih destnîşan kir ku kehrebe bi rêya xeta 23 a stasyona Firûsiyê ya li Reqayê ku kehrebe ji bendava Firatê dibe, digihêje stasyona Heft Kîlo. El-Salih piştrast kir ku ev miqdar dê rewşa kehrebeyê li bajêr baş bike.

El-Salih her wiha eşkere kir ku Komîteya Enerjiyê tîmên serarastkirin erkdar kirine da ku di rewşên awarte de dema pirsgirêk di birc û toran de çêbibin, yekser sererast bikin.

(dx)

ANHA