Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn

Li Tebqayê 66 şehîdên 3 mehên dawî hatin bibîranîn.

Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîd hatin bibîranîn
17 cotmeh, 2021   15:01
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji bo bîranîna 66 şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmeh yên QSD'ê û Hêzên Ewekariya Hundirîn, Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û Ferhad Remedan merasîmeke li hola Şehîdan a li goristana Şehîdan a Tebqayê li dar xist.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê malbatên şehîdan mûm li ber wêneyên şehîdan vêxistin .

Piştî xwendina nasnameyên 66 şehîdan, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl, bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê fermandar Elî Mehmûd û hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Her wiha hate gotin ku fedekariyên şehîdan girêdanan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wêneya rasteqîn û cewherî ya projeya neteweya demokratîk e.

Di dawiyê de belgefîlmeke li ser jiyana 66 şehîdan hate pêşdand.

ANHA