Li gelek bajarên Iraqê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandan li dar ketin

Piştî ku encamên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê hatin eşkerkirin, li gelek bajarên Iraqê xwepêşandan dest pê kirin.

Li gelek bajarên Iraqê li dijî encamên hilbijartinan xwepêşandan li dar ketin
17 cotmeh, 2021   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê eşkere kirin, li Bexda, Besra, Zîqar û Nînowa li dijî encamên hilbijartinê xwepêşandanan dest pê kirin.

Li gorî medya Iraqê, li dijî encamên dawî yên hilbijartinê li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşdanê dest pê kir û rêya Huseyniye ya bakurê Bexdayê girtin.

Di heman demê de li Zîqar jî bi heman armancê welatî daketin qadan û bi şewitandina tekelan riya sereke ya bajêr girtin.

Li bajarê Besra jî hejmarek zêde ya welatiyan daketin qadan û li dijî encamên hilbijartinê bertek nîşan dan.

Li parêzgeha Nînowa jî bi heman awayî nerazîbûn nîşandan.