Piştî gefxwarinan hêzên hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Cîze yê Derayê

Piştî gefên hikumeta Şamê li herêmê xwarine, vê sibehê hêzên hikumeta Şamê tevî dewriyeyên Rûsyayê ketin bajarokê El-Cîze yê li ser sînorê Urdunê da ku malan kontrol bikkin.

Piştî gefxwarinan hêzên hikumeta Şamê ketin bajarokê El-Cîze yê Derayê
17 cotmeh, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê El-Cîze yê li ser sînorê Urdunê yê gundewarê rojhilatê Derayê hin çekdarên girêdayî “Lîwaya 8” ya girêdayî Feyleqa 5`an ku piştgiriyê ji Rûsya digirin çareserkirina rewşên xwe red kirin. Li ser wê yekê hikumeta Şamê gefa êrişkirina bajarok xwaribû. Vê sibehê di çarçoveya pêkanîna lihevkirina bi rûspiyên hrêmê re, hêzên hikumeta Şamë tevî dewriyeyên Rûsya ketin bajarok û hin mal kontrol kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), dê çareserkirina rewşan li bajarokên Xariyê yên rojhilat û rojava û Xirbet Xezalê jî pêk were. Her wiha hêzên hikumeta Şamê ji bo çareserkirina rewşa kesên tên xwestin navendeke çareserkirinê li bajarokê Xariyê yê rojhilat diyar kir.

SOHR'ê duh destnîşan kiribû ku bi dehan şêniyên bajarokê El-Cîze yê li rojhilatê Derayê red kirin ku çekên xwe yên ferdî radest bikin.  Piraniya kesên ku navên wan di lîsteyên komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê de hene, girêdayî Feyleqa 5`an in ku destekê ji Rûsya digire.

(cx)