Dayîka şehîd Zîlan Ereb: Keça min lehenga Serêkaniyê û şehîda Hesekê ye

Dayika şehîd Zîlan Ereb di merasîma ku Meclisa Jina ya PYD`ê organîze kiriye de, serbilindiya xwe anî ziman û got:" Keça min lehenga Serêkaniyê û şehîda bajarê Hesekê ye."

Dayîka şehîd Zîlan Ereb: Keça min lehenga Serêkaniyê û şehîda Hesekê ye
17 cotmeh, 2021   12:57
HESEKÊ

Roja yekşemê ango 17'ê cotmehê salvegera duyemîn a şehadeta rêvberiya Akademiya siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zîlan Ereb (Emel Silêman) e ku di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bû.

Têkildarî wê, meclisa jin a PYD 'ê merasîma bîranîna salvegera şehîd Zîlan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ya Kantona Hesekê li dar xist.

Malbata şehîd Zîlan, Endamên Meclisa jin, meclisa giştî ya PYD 'ê, nûnerên saziyên Sivîl, Kongreya Star û şêniyên bajêr tev li merasîma bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Endama Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Ahîn Elî axivî û diyar kir ku şehîd Zîlan di nava endamên partiyê de xwedî ciheke taybet bû. Wê her tim moral dida hevalên xwe.

Ahîn Elî diyar kir ku şehîd Zîlan di malbateke ku biratiya gelan tê de heye de mezin bûn. Dayika wê Kurd e û bavê wê jî Ereb e. Şehîd Zîlan her tim wiha digot:"Ez dikarim biratiya gelan hempêz bikim, ji ber ku ez li gorî rêgezên biratiya gelan di nava malbata xwe de mezin bûm û li ser vî esasî beşdarî Yekîneyên Parastina Jin bûm."

Ahîn Elî diyar kir ku daxwaza şehîd Zîlan Ereb ew bû ku pergala hevseroketiya ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û hwd. pêk were.

Endama Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Piştrast kir ku ew wek partî dê pêkanîna biratiya gelan û gihandina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, xeta şehîd Zîlan bişopînin.

`EM Ê JI BO AVAKIRINA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK BIXEBITIN`

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Ebdullah axivî û got:" Em îro şehîd Zîlan û hevalên wê bi bîr tînin, cihê wan her tim di dilê me de ye û em tu carî fedekariyên wan ya ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bîr nakin."

Semer El-Ebdullah piştrast kir ku ew ê parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin bikin, da ku Sûriyeke demokratîk ava bikin û hemû pêkhate tê de wekhev bijîn.

Dayika şehîd Zîlan Ereb, Fadiye Yunis jî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got:" Ez bi keça xwe şehîd Zîlan serbilind in, wê ji felsefeya neteweya demokratîk pir hez dikir."

Dayika şehîd Zîlan di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku keça wê bûye lehenga Serêkaniyê û şehîda bajarê Hesekê.

Merasîma bîranîna şehîd Zîlan Ereb bi berzkirina siloganên silavkirina şehîdan bi dawî bûn.

(dm)

ANHA