Li herêmê 26 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand li herêmê 483 kesên din bi Koronayê ketine û 26 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li herêmê 26 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest da
17 cotmeh, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê, kesên ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye wiha ne; 3 mêr û jinek ji Hesekê, 2 mêr û 3 jin ji Qamişlo, mêr û jinek ji Dêrikê, 5 mêr û 4 jin ji Kobanê, mêrek ji Reqa û jinek ji Tebqayê, 2 mêr û 2 jin ji Minbicê.

Desteya Tenduristiyê her wiha ragihand ku li herêmê 483 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 264 mêr, 219 jî jin in.

(cx)