Xwepêşandêrên li Sêmalka: PDK`ê bi kiryarên xwe îxanetê li Kurdistaniyan dike

Xwepêşandêrên li Sêmalka îro bi daxuyaniyekê, neradestkirina cenazeyên gerîlayan ji aliyê PDK`ê ve, wekî îxaneta li Kurdistaniyan û derbkirina projeya Kurdistanî bi nav kir.

Xwepêşandêrên li Sêmalka: PDK`ê bi kiryarên xwe îxanetê li Kurdistaniyan dike
17 cotmeh, 2021   12:34
QAMIŞLO

Şêniyên kantona Hesekê û Yekitiya Odeya Bazirganiyê û Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan konê xwepêşandanê yê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve li Sêmalka tê organîzekirin û xwestin cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem ên di kemîna PDK`ê de li Xelîfanê şehîd bûne, werin radestkirin.

Xwepêşandêr li qada dergehê Sêmalka kom bûn da ku berê xwe bidin deriyê dergehê Sêmalka û li wir daxuyaniyekê bidin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên gerîla 40 sal in li ber xwe didin û hemû tiştên giranbiha di oxira parastina rûmeta gelê Kurd de didin.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku bûyera li Xelîfanê, qedeke reş e li eniya PDK`ê û wiha dewam kir: “Hedefgirtina gerîla vê dawiyê ji aliyê PDK`ê ve û şehîdxistina 5 keç û xortên Kurd û dîlgirtina gerîlayekî, qedeke reş e.”

Her wiha hate gotin ku ew bûyer ji bo razîkirina dewleta Tirk e, ku di dema referandûmê de PDK`ê biçûk xistibû û gefa rûxandina wê xwaribû.

Xwepêşandêran di daxuyaniya xwe de teqez kir ku neradestkirina cenazeyên herdu gerîlayan, hemû bangawaziyên hêzên nîştimanî derb dike û wiha lê zêde kir: “Hedefgirtina gerîla û neradestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd ji aliyê PDK`ê ve, hemû bangawaziyên hêzên nîştimanî û bangawaziyên beşên din ên gelê me binpê dike û hemû nirxên pîroz ên gelê me binpê dike. Ev kiryar tenê dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd.”

Her wiha kiryarên PDK`ê yên li dijî rêgez û peymanên mafên mirovan hatin şermezarkirin û hate gotin: “PDK`ê îxanet li Kurdistaniyan û têkoşîna wan a dîrokî kir û projeya wan a Kurdistanî derb kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li PDKê hat kirin ku rêzê ji gerîlayên şehîd re bigire û cenazeyên wan radestî malbatên wan bike, her wiha dûrî planên dewleta Tirk yên li dijî Kurdistaniyan bikeve.

(cx)

ANHA