YPG`ê daxuyaniyên wezareta Tirkiyê derewandin

Yekîneyên Parastina Gel, daxuyaniyên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derewandin û teqez kir ku şervanên wan li herêmên dagirkirî tu êriş nebirine ser artêşa Tirk a dagirker.

YPG`ê daxuyaniyên wezareta Tirkiyê derewandin
17 cotmeh, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekînenyên Parastina Gel (YPG) îro li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: “Di nûçeya ku dewleta Tirk a dagirker îro belav kir de îdia dikin ku li herêmên dagirkirî hêzên me êriş birine ser wan û di encamê de 5 şervanên me şehîd ketine. Ew nûçe ne rast e.”

YPG`ê di twitta xwe de wêneyekî daxuyaniya wezareta Tirkiyê parve kir û got: “Di heremên navborî de tevgera yekineyên me tune ye.”

(cx)