Li Sermeda di êrişeke hêzên hikumetê de 3 kes hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn

Di êrişeke bi moşekan a hêzên hikumeta Şamê de li ser bajarê Sermeda yên li ser sînor bi Lîwa Îskenderon re 3 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

Li Sermeda di êrişeke hêzên hikumetê de 3 kes hatin kuştin, 15 jî birîndar bûn
16 cotmeh, 2021   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, hêzên hikumeta Şamê 5 moşek avêtin bajarê Sermeda yê sînorî yê bi Lîwa Îskenderon re. Di encamê de 3 kes  hatin kuştin ku di nav de çeteyên "Polîsên Sivîl" hene.

Di topbaranê de "Beşê Polîs" ya Sermenda, avahiya nifuse û kampeke bêserûber li rojhilatê bajar bûn hedef. Di encamê de 15 kes birîndar bûn, di nav de sivîl hene.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan. Tê texmînkirin ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Ligel berdewama rageşiyê, hêzên hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî ber bi Idlibê ve şandin û axaftin hene ku operasyoneke nû dest pê bike.