Panorama hefteyê: Rêveberiya Biden têkiliyên bi Şamê re normalîze nake

Diyar dibe ku helwesta rêveberiya Biden a li hemberî hikumeta Şamê ji helwesta Trump cuda ye, ji ber ku Biden têkiliyan bi Şamê re normalîze nake. Li aliyekî din bloka Sedir ya bi serokatiya Muqteda Sedir di hibijartinan de serkeftinek mezin bi dest xist. Li hemberî wê, hevbendiya Fetih ku piraniya hêzên Heşd Şabî ya hevalbenda Îranê digire nava xwe, binkeftineke mezin jiyan kir.

Panorama hefteyê: Rêveberiya Biden têkiliyên bi Şamê re normalîze nake
17 cotmeh, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên heftya borî behsa helwesta Biden ji normalîzekirina têkiliyên welatên ereban bi hikumeta Şamê re, binkeftina Îxwan El-Muslimîn li Tunisê û boykotkirina mezin a hilbijartinên Iraqê kirin.

‘WASHINGTON TÊKILIYÊN BI ŞAMÊ RE NORMALÎZE NAKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivîsand: “Daxuyaniya ku wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken daye, helwesta herî zelal a berpirsekî DYA’yê ya der barê dosyaya Sûriyê de ye. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku karên esasî yên Washingtonê têkildarî Sûriyê wiha ne; a yekemîn; berfirehkirina gihandina alîkariyên mirovî û ya duyemîn; berdewamkirina hemleya hevalbendiyê ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û El-Qaîde li Sûriyê ye. Ya sêyemîn jî pabendiya bi berdewamkirina hesabpirsîna ji rejîma Esed, parastina pîvanên bingehîn ên navneteweyî yên wekî qedexekirina berbelavbûna çekan li Sûriyê ye û ya çaremîn jî parastina peymanên agirbestê li Sûriyê ye.

Di aliyê siyasî de jî helwesta DYA’yê ya der barê normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re wiha bû: "Em tu piştgiriyê nadin hewldanên normalîzekirina têkiliyan an jî jinûve erkdarkirina Esed, em li ser Sûriyê cezayekê jî ranakin. Her wiha heta ku jinûve avakirina Sûriyê pêk neyê û ji bo çareseriyeke siyasî pêşketin çênebin, em helwesta xwe ya muxalîf naguherînin."

‘HIZBULLAH LI ŞÛNA LÊPIRSÎNÊN TEQÎNA BENDERA BEYRÛTÊ, BALÊ DIKIŞÎNE SER HÊZÊN LUBNANÊ’

Têkildarî rageşiya li Lubnanê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Rageşiya roja pêncşemê Hizbullahê li Lubnanê derxistiye, hişt ku rewşa siyasî û leşkerî li welêt xirabtir bibe. Bûyerên duh ku tê de 7 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, gef li aştiya navxweyî xwar. Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê li ser gurbûna rageşiyê eger çareseriyeke lez jê re neyê peydakirin, fikarên xwe anîn ziman.

Çavkaniyên siyasî yên Lubnanê got Hizbullah dê hewl bide kuştiyan bike bihane da ku bale bikişîne ser hêzên Lubnanê yên bi serokatiya Semîr Cece û çavan li lêpirsîna teqîna bendera Beyrûtê û çarenûsa El-Bêtar bigire.

Siyasetmedarên Lubnanê diyar kir ku rewşa li Lubnanê pir xeternak e û çarenûsa hikumeta Necîb Mîqatî jî baş xuya nake. Nexasim ku Hizbullah dê ji aliyekî ve ji bo xistina dadmend Bêtar ji peywirê zextê bike, ji aliyekî din ve jî ji bo kuştina xwepêşandêrên şîe lêpirsînê veke.”

HIKUMETA BODEN WÊ DAWIYA ÎXWANAN BÎNE

Rojnameya El-Beyan jî behsa avakirina hikumeta Tûnisê kir û di wê derbarê de wiha nivîsî: “Ragihandina avakirina hikumeta nû li hundir û derveyî Tûnisê hat pêşwazîkirin. Gelê Tûnisê avakirina hikumetê wekî derfeteke girabiha ji bo derbaskirina têkçûna hikumê Îxwanan dibîne û wekî rêgirtina li hewldanên wan ên serweriya li saziyên dewletê û guhertina modela civakî, dihesibînin. Çavdêr dibînin ku hikumeta Necla Boden dê ne tenê li Tûnisê lê belê li seranserê herêmê ji bo Îxwanan derbeke giran be.”

DI HILBIJARINÊN IRAQÊ DE; SEDIR BI SER KET, HEVALBENDÊN ÎRANÊ BI BIN KETIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî hilbijartinên Iraqê wiha nivîsî: “Li gorî encamên destpêkê yên hin parêzgehên ku duh encam lê hatine eşkerekirin, diyar dibe ku bloka Sedir ya bi serokatiya Muqteda Sedir di hibijartinan de serkeftinek mezin bi dest xist. Li hemberî wê, hevbendiya Fetih ku piraniya hêzên Heşd Şabî ya hevalbenda Îranê digire nava xwe, binkeftineke mezin jiyan kir.

Li gorî encaman, li piraniya parêzgehên navarast û başûrê Iraqê yên piraniya niştecihên wan Şîa ne, bloka Muqteda Sedir li pêş e û tê pêşbînkirin ku li Bexdayê hejmara herî zêde ji hejmara kursiyan a giştî (69) bi dest bixe. Tê pêşbînkirin ku hejmara giştî ya kursiyên ku bloka Sedir bi dest bixe, bigihêje zêdetirî 75`an. Di wê rewşê de heke bibin bloka herî mezin di parlamantoyê de, dibe ku serokatiya wezaretê jî bi dest bixin.

Li gorî encamên wan di hilbijartinên berê de, xuya ye ku koalîsyona “dewleta qanûnê” ya bi serokatiya serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî pêşketineke berçav pêk aniye û nêzî 35 kursî bi dest xistine.

Hevbendiya “hêzên dewletê” ya ji serokê şepêla El-Hikmê, Emar El-Hekîm û serokwezîrê berê Heyder Ebadî pêk tê, diyar e ku bin ketiye. li gorî encamên destpêkê, wê hevbendiyê tenê nêzî 20 kursiyan bi dest xistiye.

Li parêzgehên ku piraniya niştecihên wan Sunî ne, hîna encam zelal nebûne ji ber ku encamên hilbijartinan bi temamî nehatine eşkerekirin, bi taybetî li parêzgehên Bexda, Besra û Enbar.”

ANHA