Komên çete yên li Şerayê bi hev ketin

Li navçeya Şera ya kantona Efrînê li ser parvekirina milkên sivîlan şerekî dijwar di navbera  komên çete de derket.

Komên çete yên li Şerayê bi hev ketin
16 cotmeh, 2021   14:21
ŞEHBA

Çavkaniyan ji navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirker ragihandin di navbera çeteyên "Sultan Murad" û çeteyên "Sultan Silêman Şah" de şerekî dijwar derket.

Li gorî çavkaniyan şer li ser parvekirina mal û milkên sivîlan derket.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan di şer de çekên sivîk û navîn û topên RPG bi kar tînin, rewşeke bi tirs li gel sivîlan çêbû.

Her wiha diyar kirin ku çeteyên rê li ber hatin û derketina sivîlan girtin. Di heman demê de sewqiyatên leşkerî derbasî navçeyê kirin.

Şer heya niha berdewam e.

ANHA