Kongreya Yekitiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî bû

Kongreya Yekemîn a Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina rêziknameya yekitiya giştî û hilbijartina serokatiya yekitiyê, bidawî bû.

16 cotmeh, 2021   14:10
HESEKÊ

Yekitiyên Kedkarên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li hola Serdem a çand û huner a bajarê Hesekê li dar xist. Zêdetirî 500 delge ji nûnerên yekitiyên kedkarên bajaran, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, beşdarî kongreyê bûn.

Kongrê bi sponseriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat lidarxistin, da ku koordîne di navbera yekitiyên li bajarên Bakur û Rojhilate Sûriye de çêbibe û yekitiya kedkaran a giştî ya Bakur û Rojhilate Sûriye bê avakirin.

Di kongreyê de rêziknameya giştî ya yekitiyê hate xwendin û li ser bendên wê nîqaş çêbûn.

Li gorî rêziknameya ku hate erêkirin, yekitiya kedkaran ku ji hemû karker, pêşesazî û xebatakan pêk tê û ew yekitiya demokratîk û civakî serbixwe ye û armanca wê rêxistinkirin û parastina kesên ku dixebitin û ji bo têkoşîneke demokratîk, têdikoşin. Her wiha xebatê civakî bingeh û armanca wê ye. Xwe li gorî hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistin dike û peyman û qanûnên wê ji xwe re lêvger digre.

Li gorî rêziknameyê, yekitî xwe li gorî bingeh û pîvanên demokratîk û nirxên bilind ji xebatê re bi rêxistin dike, her wiha karker û kedkar hêza bingehîn a sîstema civaka demokratîk sivlîl û demokratîkin, rola xwe li gorî pîvanên demokrtîk, ekolojîk û azadiya jinê pêk tînin.

Yekitî tu cûdahiyê naxe navbera nakokiyên olî, bawerî, zayînde, fikirî, mezhebî, neteweyî û ziman û li dijî cûdahiyê disekine. Wekheviya di navbera jin û mêr de, her wiha pêkanîna wê di jiyanê de esas digre, ji bo avakirina civakeke sivîl, demokratîk û exlaqî dixebite û ji bo pêşxistin û pêkanîna edaleta civakî û demokrasiyê têdikoşe.

Erk û berpirsiyariya rêziknamyê digre ser milê xwe; peydakiirna parastinê ji kedkaran re destpê dike û tedbîrên pêwîst ji nexweşiyên pîşesazî û qezayên xebatê re peyda dike, her wiha têkiliya di navbera karker û xwediyê kar de diyar dike, pirsgirêkên xebatkaran bi rêya aliyên pêwendîdar re çareser dike û têkilî û pêşxistina têkiliyên yekitiyê û destekdayîna wê, bi rêxistin dike.

Her wiha rêvebirina berjewendî û mafên karkeran ên civakî, aborî û çandî digre ser xwe, bi rêxistinên navneteweyî û herêmî re di nava koordîneyê  de ye ku pîvanên yekitiyê erê dike û bi wan re di nava pêwendiyê de ye, xwestek û pêwîstiyên ji bo rêxistinkirina yekitiyê û meşandina kar, peyda dike.

Di kongreyê de Henîfe Esaf û Şêro Şera weke hevserokatiya YekitiyaKedkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Di dawiyê de hevserokatiyê Yekitiya Kedkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûnd xwarin ku ew ê erkên ku spartine wan li gorî rêziknameya yekitiyê, pêk bînin.

(bx)

ANHA