Hikumeta Şamê sewqiyatên mezin şandin Idlibê

SOHR, ragihand ku sewqiyatên leşkerî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê gihaştin eniyên şer ên başûrê Idlibê. Axaftin hene di demeke nêzî de şer dest pê bike.

Hikumeta Şamê sewqiyatên mezin şandin Idlibê
16 cotmeh, 2021   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi dehan erebeyên mezin ên hikumeta Şamê ku bi leşker, tank û dikên moşekan barkirî ne gihiştin herêma Marat El-Nûman, eniyên şer ên Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, Seraqib ê rojhlatê Idlibê û rêya M4.

Axaftin hene ku şerekî nû li dijî komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker were destpêkirin. Nemaze piştî danûstandinên dawî yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku derbarê aramkirina aloziyê de negihiştin lihevkirinan.

ANHA