Ji çalakiya konvedanê, rêxistinên hiqûqî sûcên PDK'ê şermezar kirin

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û êrişên wê yên li ser gerîlayan şeremzar kirin.

Ji çalakiya konvedanê, rêxistinên hiqûqî sûcên PDK'ê şermezar kirin
Ji çalakiya konvedanê, rêxistinên hiqûqî sûcên PDK'ê şermezar kirin
Ji çalakiya konvedanê, rêxistinên hiqûqî sûcên PDK'ê şermezar kirin
Ji çalakiya konvedanê, rêxistinên hiqûqî sûcên PDK'ê şermezar kirin
Ji çalakiya konvedanê, rêxistinên hiqûqî sûcên PDK'ê şermezar kirin
Ji çalakiya konvedanê, rêxistinên hiqûqî sûcên PDK'ê şermezar kirin
16 cotmeh, 2021   13:46
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve ya ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûn û şeremzarkirina kiryarên PDK'ê di roja 12'an de berdewam dike

Endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana çalakiya konvedanê kirin.

Parêzer û endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku wêneyên gerîlayên şehîd hildan bûn û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayên azadiyê berz dikirin daxuyanî dan.

Beriya daxuyanî were xwendin deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Xalid Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê şehîdxistina 5 gerîlayan û dîlgirtina gerîlayekê ji aliyên PDK'ê ve wekî berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û destekftî û mafên wê yên rewa hate binavkirin. Her wiha hate gotin, ku ev kiryarên planên dewleta Tirk ên bi armanca tunekirina hehbûna kurdan û derxistina şerekî navxweyî pêk tîne.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berxwedana gerîlayan û wiha hate domandin: "Dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê û reva hêzên pêşmerge ji Şengalê gerîlayan parastina êzidiyan kirin û ew ji fermaneke din rizgar kirin. Cîhan tevahî şahidê berxwedana gerîlayan e. Hêzên gerîla parastina mafên kurdan, hebûn û nasnameya wan li her çar parçeyên Kurdistanê dikin."

Her wiha hate diyarkirin ku kiryarên PDK'ê xiyanek li tevahî Kurdistanê ye û pîvanên mafên mirovan û parastina rewa binpê dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê êrişên PDK'ê yên li dijî gerîlayan şermezar dikin û banga radestkirina cenazeyên wan ji malbatên wan re dikin. Her wiha bang li PDK'ê dikin ku li mala kurdistanî vegere û ji hegemoniya dewleta Tirk rizgar bibe."

Bi navê Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê endama rêveber a rêxistinê Evîn Cuma daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên qedexekirî hate kirin û ev tişt hate gotin: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên qedexekirî binpêkirineke ji mafên mirovan û qanûnên navneteweyî. Ji wê zêdetirk binpêkirineke xeter e ku divê civaka navneteweyî û tevahî rêxistniên navneteweyî bi lez û bê teredudu li hemberî wê bikeve tevgerê."

Her wiha kiryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin ku cenazeyên şehîdên radestî malbatên wan neke û ev yekê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê û binpêkirinên ragihandina cîhanê ya mafên mirovan hate binavkirin.

Di daxuyaniyê de bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hate kirin û bi lez destwerdana mirovî bike.

 Piştî xwendina daxuyaniyan, parêzer û endamên Rêxistina Mafên Mirovan beşdarî çalakiya kon bûn.

Sibe wê şêniyên Hesekê û Yekitiya Parêzeran û Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyê dewr bigirin.

ANHA