Rûsya, DYA û Îsraîl li ser civîna şêwirmendên ewlehiyê li hev kir

Balyozê Îsraîlê yê li Moskovê eşkere kir ku welatê wî bi Rûsya û DYA’yê re li hev kiriye ku serokên meclisên ewlehiyê yên her sê dewletan bicivin û rewşa Sûriye, Îran û Rojhilata Navîn nîqaş bikin.

Rûsya, DYA û Îsraîl li ser civîna şêwirmendên ewlehiyê li hev kir
16 cotmeh, 2021   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Îsraîlê yê li Rûsyayê ragihand ku welatê wî bi Rûsya û Amerîkayê re li hev kiriye ku şêwirmendên ewlehiyê li hev bicivin û rewşa Sûriye û Îranê nîqaş bikin.

Balyozê Îsraîlê ji ajansa Riya Novostî ya Rûsya re diyar kir ku heta niha dem û cih diyar nebûye.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê jî diyar kiribû ku Îsraîl, Rûsya û DYA li ser îhtîmala jinûve destpêkirina şêwirên sêalî li ser asta serokên dewletan difikirin, her wiha dibe ku civîna bê di meha Cotmehê de were lidarxistin.

Di Hezîrana 2019'an de sekreterê meclisa ewlehiyê ya Rûsyayê Nicolay Patroşîv û şêwirmendê ewlehiyê ya DYA’yê bi serokê meclisa ewlehiyê ya Îsraîlê Monîr bin Şebat re civiyabûn.

(dm)