Di Kongreya Yekemîn a Kedkaran de banga azadiya rêber Ocalan hate kirin

Beşdarên Kongreya Yekemîn Kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriye, wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan banga azadiya fîzîkî hate kirin.

Di Kongreya Yekemîn a Kedkaran de banga azadiya rêber Ocalan hate kirin
16 cotmeh, 2021   13:14
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê, vê sibehê Kongreya Yekemîn Kedkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriye bi sponseriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat lidarxistin, da ku tensîq di navbera yekitiyên li bajarên Bakur û Rojhilate Sûriye de çêbibe û yekîtiya kedkaran a giştî ya Bakur û Rojhilate Sûriye ava bikin.

Piştî komîteya amedekar raporên salane yên yekitiyan xwendin, beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan, da ku destekdayîna xwe ji rêber Abdullah Ocalan û hemleya ji bo azadiya wî, nîşan bidin.

Zêdetirî 500 nûnerên Yekitiya Kedkar û karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriye, rayedarên Rêveberiya Xweser û saziyên Civaka Sivîl tev li kongreyê bûn.

kongre dê bi nîqaşkirina astengiyên li pêşiya yekitiya kedkaran li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriye derdikevin, rêya çareseriya van astengiyan, destekdayîna kedkaran û parastina mafên wan, bidome

(dm)

ANHA