Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan li Minbicê çalakiya konvedanê dest pê kir

Li Minbicê îro bi beşdariya bi sedan şêniyan ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, konê xwepêşandanê hate vedan.

Li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan li Minbicê çalakiya konvedanê dest pê kir
16 cotmeh, 2021   13:00
MINBIC

Li Minbicê çalakiya konvedanê ji aliyê Akademiyên Civaka Demokratîk ve hate birêxistinkirin û bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li parka giştî ya navenda bajêr kon hate vedan.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî û saziyên jinan, beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Akademiyên Civaka Demokratîk a Minbicê Refet El-Xelef got: "Em peyamekê ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovahî re dişînin ku tecrîda li ser rêber Ocalan rakin û ji zindanê derxin. Em komploya ku li dijî rêber Ocalan û bi giştî gelên herêmê, şermezar dikin."

El-Xelef wiha lê zêde kir: "23 sal berê, dagirkeriya Tirk bi piştgiriya îstîxbaratên navneteweyî bi armanca tunekirina ramana azad a gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, komployek ji bo girtina rêber Abdullah Ocalan pêk anî.”

Endama Komîteya Rêber a Minbicê Asya El-Hisên jî got rêber Ocalan zindan veguhrand navenda zanist û zanyariyê û bi rêya parêznameyên xwe ew zanist li ser gelên herêmê belav kir.

Cîgirê serokê Meclisa Rêveber a Minbicê Cûma El-Heydar jî got: "Armanca komployê ne tenê girtina rêber Abdullah Ocalan e, lê armanca wê ramana rêber Ocalan e ku bi rêya wê hewl dide bi her cure desthilata modernîteya kapîtalîst têk bibe."

Tê payîn ku çalakiyên li kon heta saet 17.00’an bidomin.

(dx)

ANHA