Meclisa Jinan a PYD'ê şehîd Zîlan Hesekê bi bîr anî

Meclisa Jinan a PYD’ê şehîd Zîlan Hesekê ku di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bû, bi bîr anî û destnîşan kir ku dê heta bidestxistina azadiyê şopa şehîdan bişopînin.

Meclisa Jinan a PYD'ê şehîd Zîlan Hesekê bi bîr anî
16 cotmeh, 2021   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) îro daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Çand û neteweyan jinên xwedawend veguherandin jinên kole û bi derbasbûna demê re, vê zîhniyeta mêran a serdest jin kirin berhemeke bênirx ku mafê wan tune be û di rêwîtiya têkoşîna hebûnê de nekarin tiştên ku ji dest dane, paşde vegerînin.”

Her wiha hate diyarkirin ku dîrok bi saya keda şervanên jin tê nivîsandin û wiha hate gotin: “Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwîn û çand bûne yek reng ku ev rengê azadiyê di şoreşa mirovahiyê de ji bo jiyaneke azad û birûmet e. Ev yek bi pêşengiya jinên kurd, Suryan, Ereb û êzidî ku karîbûn hemû zîhniyetên paşverû biguherînin, pêk hat. Ruxmî êrişên dewleta Tirk di dagirkirina herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê de jî nikarî îradeya wan bişikîne. Jinan heta nefesa xwe ya dawî di parastina ax û gelê xwe de di refên herî pêş de cih girtin, di nav de şehîd Zîlan Hesekê ku ji malbateke bi çandên Ereb û Kurd de mezin bû ku bavê wê Ereb e û dayika wê Kurd e. Ev mîrasa mezin hişt ku şehîd Zîlan bi zanebûneke bîrdozî xwe bi hêz bike û koletiya ku li ser hemû jinan û bi taybet jinên Ereb tê ferzkirin, red bike.”

Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: "Di dema êrişa dewleta Tirk a li ser bajarê Serêkaniyê de, şehîd Zîlan rêvebera Akademiya Siyaseta Demokratîk a Partiya Yekitiya Demokratîk bû û bê dudilî çek hilgirt û ber bi bajarê aştiyê ve çû. Wê têkoşîn kir û bi serbilindî şehîd bû. Gotinên wê yên dawîn dema ku dikeniya digot "Heke ez şehîd ketim, ji bîr nekin ku navê min Zîlan Hesekê ye.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em wek Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk û di duyemîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan Hesekê de, em soz didin hemû şehîdan ku li ser şopa wan dimeşin û em navên ku dîrokê nivîsandine wekî Zîlan Hesekê, ji bîr nakin. Em ê bimînin û bigihêjin azadiya hemû jinan, bi azadiya jinan em ê bigihêjin azadiya civakê. Ji bo vê jî em ê tê bikoşin û li ber xwe bidin heya ku em azadiyê bi dest bixin.”

 (dx)

ANHA